‘Êrîş dijî îradeya jinê ne, em ê têkoşînê bilind bikin’

Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk ên Kongra Star Rûken Ehmed destnîşan kir êrîşên dewleta Tirk a dagirker, di heman demê de dijî îradeya jinê ye, lewma ewê di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de têkoşîna xwe bilind bikin.

‘Êrîş dijî îradeya jinê ne, em ê têkoşînê bilind bikin’
26 mijdar, 2022   07:30
QAMIŞLO - HÊLÎN EYLÛL

Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk ên Kongra Star Rûken Ehmed derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku ji şeva 20’ê mijdarê ve didomîne de, ji ajansa me re axivî. 

Rûken Ehmed di destpêka axaftina xwe de ji bo malbatên welatiyên ku di êrîşan de şehîd bûne û tevahiya gelê Kurd sersaxî xwest.

Rûken Ehmed bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker  ji destpêka şoreşê heta niha her êrîşê axa Rojavayê Kurdistanê dike û dixwaze projeya  rêvebiriya xweser têk bibe.

Rûkenê bibîr xist dewleta Tirk a dagirker bi nêzîkbûna sedsaliya peymana Lozanê re dixwaze plana dagirkeriyê pêk bîne û got: “Her wiha desthilatiya AKP-MHP’ê jî hedef dike ku di hilbijartinên pêş de careke din biser bikeve û vê plana xwe pêk bîne. Lewma êrîşên xwe zêde kirine, dixwaze herêmê ji welatiyên wê vala bike. Êrîşên li ser binesaziya  bajaran, navendên eletrîk, petrol , gaz, perwerde, tenduristin bi vê armanê pêk tên. Dixwaze şert û mercên jiyanê zehmet bike.”  

Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk ên Kongra Star, destnîşan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê gelê Rojava jî berxwedanek mezin nîşan daye, bi taybetî jinan têkoşînek mezin meşandiye û wiha dom kir:  “Di vê demê de wekî Tevgera Jin me li hemberî hemû cure feraset û zîhniyeta zilamsalariyê hemleyek bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de bi semîner, meş, komxebat û hwd. Em balê dikişînin ser girîngiya parastinê. Em dizanin ku êrîşên dewleta Tirk ji zêhînyet serwer ne dûrin.  Êrîşên wan heman demê li ser şoreşa jinê û fikra netewa demokratîk e.’’

Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk ên Kongra Star Rûken Ehmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tu êrîş nikarin vîna wan bişikînin, çiqas êrîş hebin jî ew ê bi feraseta şerê gelê şoreşgerî têkoşîna xwe mezintir bikin.

ANHA