​​​​​​​Dewleta Tirk gundên Til Temir, Eyn Îsa û Şêrawayê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên navçeyên Til Temir, Eyn Îsa û Şêrawayê topbaran kirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundên Til Temir, Eyn Îsa û Şêrawayê topbaran kirin
26 mijdar, 2022   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker saet derdora 01:00`ê şevê gundê Um El Kêf ê li rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Hemwextî wê, dewleta Tirk a dagirker gundê Seyda yê li bakurê navçeyê û kampa Eyn Îsa ya li rojavayê wê, bi doçkayan gulebaran kir.

Li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê jî, dewleta Tirk a dagirker duh bi şev gundê Bênê topbaran kir.

(şx)

ANHA