ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-11-2022ʹYAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-11-2022ʹYAN
25 mijdar, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSDʹê Etiyê El Dewas li goristana şehîdan dispêrin axê, saet 08:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Şedadê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşekê li dar dixin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên şehîdan û Dayikên Aştiyê yên kantona Hesekê daxuyanyekê li ber baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li bajarê Hesekê didin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endam rêveber a kampa Hol destnîşan kir ku eger kamp ji kontrolê derkeve dê karesatek mezin biqewime û destnîşan kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk 33 komele û rêxistinan karê xwe li kampê rawestandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Ereban ên kantona Hesekê bang li gelê herêmê kir ku li dora Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kom bibin. Her wiha bang li hikumeta Şamê jî kir ku erkên xwe di parastina xaka Sûriyê de bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena diyar kir ku şervanên meclisê ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê ji êrişên dewleta Tirk, amade ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-“Eger me şer li ber çavan negirtibûya me tu azadî bi dest nedixist, jiyaneke azad li aliyekî, me nikaribû em nasnameya xwe jî bi dest bixin. Ji lew re PKK’ya şer qonaxeke mecbûrî bû.”

-Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker tunekirina gelê herêmê û dagirkirinê herêmên din e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Rêxistina Kurd Bê Sînor Kadar Pîrê destnîşan kir ku ji ber tedbîrên ku QSD`ê girtine, êrişên dagirkeriya Tirk encam negirtin û diyar kir, “Berdewamkirina van êrişan dê zirarê bide tevahî cîhanê. Lê baweriya me heye ku dê serkeftin a Rêveberiya Xweser be.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Îran di sedsala 21’an de jî li dijî jinan rêbazên dermirovî yên wekî darvekirin, qamçî, îşkence, zewicandina zarokan û recmê dimeşîne. Îro jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên rastî femînîsîdê hatine bi slogana `Jin Jiyan Azadî` serî hildidin.

ÇAND Û HUNER

- Fîlmê ʹʹDestana PKK'êʹʹ rastiya rêber Abdullah Ocalan, fikrê wî û peyama mirovahiyê ya PKK bi mûzîk û çîrokan vedibêje. Fîlm dê di salvegera 44’emîn a damezirandina PKKʹê were weşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA