​​​​​​​Li Helebê panelek bi mijara tundiya li ser jinan hate lidarxistin

Li Helebê di panelekê de tundiya li ser jinan û rêbazên pêşîgirtina li ber wê hatin nîqaşkirin.

​​​​​​​Li Helebê panelek bi mijara tundiya li ser jinan hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê panelek bi mijara tundiya li ser jinan hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê panelek bi mijara tundiya li ser jinan hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê panelek bi mijara tundiya li ser jinan hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê panelek bi mijara tundiya li ser jinan hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê panelek bi mijara tundiya li ser jinan hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê panelek bi mijara tundiya li ser jinan hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê panelek bi mijara tundiya li ser jinan hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê panelek bi mijara tundiya li ser jinan hate lidarxistin
25 mijdar, 2022   18:13
HELEB

Bi armanca balê bikişînin ser pirsgirêkên civakî ku civaka Sûriyê bi giştî azaran wan dikişîne, her wiha tundiya li dijî jinan û rêbazên rêgirtina li ber tundiyê, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Helebê bi beşdariya nûnerên ji partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl panelek li dar xist.

Panelek bi dirûşma "Tundiya li dijî jinê, tundiya li dijî civakê ye" li kafîterya Telet Heleb a rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin

Di panelê de sê mijar hatin nîqaşkirin; rewşa jinan ji civaka xwezayî heta civaka hiyerarşî, jin û civak di krîza Sûriyê de, dewleta Tirk a faşîst û dijminahiya wê ji gelan re.

′ZÊDEBÛNA BERHEM BÛ SEDEMA DERKETINA ZIHNIYETÊN NEYÊNÎ; ZIHNIYTA BAVIKSALARÎ′

Endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Sureya Mistefa beşa yekemîn şîrove kir.

Sureya Mistefa diyar kir ku di demekê de ku mêr nêçîr dikir, rola jinan di rêvebirina klanan, peydakirina pêwîstiyên wê û parastina wê de pêşeng û giringî bû.

Sureya Mistefa da zanîn ku ji ber derketina guhartina çalakiya aboriyê,  jinan bi demê re cih û rola ji dest da û wiha domand: "Berhemdana zêde bû sedem ku zihniyetên nêyînî û ya mêr. Ji ber mêr fêr bû ku erdê, kole, zarokan bi dest xwe ve bîne û bi wê re jin jî kir milkiyeta xwe.ʹʹ

Di dawiyê de Sureya Mistefa got pêdivî bi gavên cidî û berxwedanê li hember hêzên nijadperest heye û got: "Jinan di oxira azadî, wekhevî û derbirîna nêrîna xwe de li ber xwe da û tê koşiya, da ku ji sîstema hiyerarşî xilas bibin. Ji mînakên jinên berxwedêr Eştar, Efrodoyt, Hypatiya, Jan Dark, xwişkên Mîrabal heta Jîna Emînî."

′GER JIN AZAD NEBE, CIVAKÊ JÎ AZAD NABE′

Endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Mihemed Şêxo mijara duyemîn a bi sernavê "Jin û civak di krîza Sûriyê de" şîrove kir.

Şêxo got, di dirêjahiya salên borî de li dijî jinan hemû cureyên binpêkirinan hatin kirin, bi hezaran jinên sûrî hene ku hîna ji bo standina mafên xwe li ber xwe didin.

Şêxo diyar kir ku civaka sûrî hîna civakeke ku tê de adatên baviksalarî yên li dijî jinê wekî tundiya malbatî, nedayîna mafê mîrasê, berdana bêserûber û zewaca bi zorê hene.

Şêxo di dawiyê de da zanîn ger jin rizgar nebe, civak jî rizgar nabe.

′DEWLETA TIRK ÊRIŞÎ HEMÛ GELÊN HERÊMÊ DIKE′

Endama PYD′ê Cîhan Berkel jî beşa sêyemîn a bi sernava "Dewleta Tirk a faşîst û dijminahiya wê ji gelan re" şîrove kir.

Cîhan Berkel di destpêka axaftina xwe de got dewleta Tirk ji dema damezrandinê ve êrişî gelên herêmê dike, hewl da gelên Ermen û Suryan qir bike û tevahî serhildanên gelê Kurd çewisand.

Di dawiyê de Cîhan Berkel got armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan qadeke fireh li bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê dagir. He wiha banga hevgirtinê li gelên herêmê kir.

`TUNDIYA LI DIJÎ JINAN BI DERKETINA OLÊN ÎBRAHÎMÎ RE DERKET HOLE`

Kesayetê serbixwe Mutesem El Rifaî li ser mijarê nêrîna xwe anî ziman û destnîşan kir ku divê destpêkê sedemên derketina diyardeya tundiyê were naskirin. Her wiha dîroka tundiyê wek beşeke dîrokê ya li dijî mirovan bi her du zayendan jin û mêr bi nav kir û got ev yek di serdema koletiyê bi zelalî diyar bû.

Li gorî El Rifaî,  fikrê tundiya li dijî jinan, bi derketina olên îbrahîmî re derket holê û got: “Hypatiya me di beşa yekê de beshê kiriye ji aliyê xiristiyanan ve yan jî alîgirên wê ve hat kuştin ku di dîroka şikestina jinan de xaleke girîng bû.”

Der barê çareseriyan de El Rifaî got, pêwîstiya civaka Sûriyê bi sembolên qanûnî heye ku jinan û civakê rizgar dikin û civakeke sivîl ava dibe û wiha domand: ʹʹEm dikarin bêjin ev ji bo hemû civakan derbasdar e. Ji ber ku di civakan de ku xwe di aliyê fikrî de (Ewropa) xwe pêşketî dibînin, tundî li ser jinan tê kirin lê bi şêwazeke din.ʹʹ

`DIVÊ PIŞTEVANÊ YEKANE YA JINAN QANÛN BE`

Çalakvana sûrî Meryana El Elî jî got: ʹʹMijara jin milk e, yek ji cureyên tundiyê ya herî hişk e ku li dijî wê tê kirin û jin bi namûsa civakê tê wesifandin ku milkê her kesî ye.ʹʹ

Meryana El Elî diyar kir ku piştevanê yekane ya jinan divê qanûn be. Meryana banga pêkanîna guhertinê di qanûnên Sûriyê de kir ku mafên jinan dabîn bike. Her wiha bang li rêxistinên jinan kir ku lobiyekê ava bikin da ku fişarê bike û piştgiriya dozên jinan bike.

`DIVÊ DI QANÛNÊ DE PIŞTGIRIYA NÛNERTIYA JINAN BÊ KIRIN`

Endamê Meclisa Giştî ya PYDʹê Emîn Elîko got divê di hemû qadan de di nav de nûnertiya jinan di parlamento de piştgiriya jinan bê kirin. Elîko diyar kir ku rêjeya jinan di parlamentoyê de ji sedî 10 e û ev rêje têrê nake ku dozên wê çareser bibin.

`JI NÛ VE SAZKIRINA PEYMANA CIVAKÎ ÇARESERIYA BINGEHÎN A GUHERTINÊ YE`

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşketinê ya Sûriyê Mistefa Qelecî got hevbendiya zordestiya olî û zordestiya siyasî jin gihand vê rewşê û azadiya jinan paşde çû.

Qelecî destnîşan kir ku ji nû ve sazkirina peymana civakî, çareseriya bingehîn a sererastkirina têgîna rastîn a hemwelatîbûnê ye û wiha domand: “Destûra heyî, bi nakok e. Li gorî madeya 37`an, welatiyên Komara Erebî ya Sûriyê di erk û mafan de wek hev in. Lê em ne wek hev in. delîl jî madeya 3`ê ya destûrê ye ku dibêje ola serokkomar îsalm e. Yanî welatiyên pileya yekemîn û duyemîn hene û ev bi xwe tundî ye.”

Di dawiyê de Qelecî got: “Di heman madeyê de bi beşa B de, ola îslamê jêdera sereke ya qanûnan e ku newekheviyê di navbera mêr û jinan de çêdike ku ji mîrasê destpê dike.”

ANHA