​​​​​​​ `Armanca êrişên Tirkiyê astengkirina projeya demokratîk e`

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî û tevgerên jinan ên Helebê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser re nîşan da.

​​​​​​​ `Armanca êrişên Tirkiyê astengkirina projeya demokratîk e`
25 mijdar, 2022   18:07
HELEB

 Ji bo piştgiriya berxwedana gel û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li hember wan êrişên dewleat Tirk a dagirker partiyên siyasî, rêxistinên civakî û tevgerên jinan ên Helebê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Velentîna Ebdo û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê Hişmend Şêxo ve, li kîfteryaya Telêt Heleb a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker hat kirin û hat destnîşankirin ku armanca Tirkiyê ji van êrişan astengkirina projeya demokratîk û têkbirina aramiya herêmê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin : “Bi navê partiyên siyasî, rêxistinên civakî û tevgerên jinan ên Helebê em van kiryarên dermirovî û binpêkirina serweriya Sûriyê bi tundî şermezar dikin.”

 Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî di serî de Rûsya û Amerîka hat kirin ku zextê li Tirkiyê bikin û vê êrişê rawestînin.

Di  dawiyê de wiha hat gotin: “Biryara me di van rojên dijwar û çarenûsî de, em bi biryara QSD`ê û Rêveberiya Xweser re ne.”

(mh)

 ANHA