QSD′ê bîlançoya 24′ê Mijdarê ya êrişên dewleta Tirk eşkere kir

QSD′ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dewam dike, bi taybet herêmên sivîlan û binesaziyê herêmê ku welatî debara xwe pê dikin.

QSD′ê bîlançoya 24′ê Mijdarê ya êrişên dewleta Tirk eşkere kir
25 mijdar, 2022   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 24′ê Mijdarê eşkere kir.

Di daxuyaniya QSD′ê de ev hate gotin:

"Êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin, bi taybet herêmên sivîlan û binesaziya heremê ya ku debara jiyana milet peyda dike, dike armanc.  Sûcên dagirkeriyê yên li dijî mirovahiyê bi dîmenan hatine belgekirin. Ev sûc li dijî xelk û axa me pêk tên, pêwîst e ev sûc dakeve ser maseya lêpirsînê ya navdewletî.

Bîlançoya êrişan a derengiya şeva 23 û 24′ê Mijdarê wiha ye:

23′yê Mijdarê;

HERÊMA CIZÎRÊ

QAMIŞLO

Gundên Mehşûq, Dêrna Qilinga, Gir Henak, Sawyer, Rotan, Til Zîwan, Elî Fero, Hermê Şêxo, Kodo, Dodan bi zêdetirî 20 obusan û doçkayan hat topbarankirin.

Li navenda bajêr seyareyek ji aliyê balafirê keşfê ve hat bombebarankirin.

Şîrketên Newroz, stasyona sotemeniyê bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

Cihên belavkirina mazotê yên li bajarokê Tirbespiyê û gundê Dêrna Qilinga hatin topbarankirin.

HERÊMA FIRATÊ

GIRÊ SPÎ

Gundên Hoşan, Şorbenîsk, Seyda, embarên gundê Qizelî, şîrketa çîmentoyê bi obus, hewan û guleyên tankê hatin topbarankirin.

MINBIC

Gundên Girê El Hemam, Til El Seyada, Toxar bi 10 obus û hewanan hatin topbarankirin.

24′ê Mijdarê;

HERÊMA EFRÎNÊ

Gundên Soxanekê, Bênê, Maliliyê, Meyasê, Şewarqa, Merenaz, Tatmaraş, Kefer Naya, Îrşadiyê, Elqemiyê, Hirbil, Miniq, Bêlûniyê, Til Medîq, Mişêrfê, Zîwan, Kefer Nasih, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, bendava Şehba û bajaroka Til Rifet bi zêdetirê 200 obus û hewanan hatin topbarankirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

TIL TEMIR

Gundên Qibûr Qerecna, Gozeliyê, Dirdara, Xelf El Rikbê bi zêdetirî 20 obusan hatin topbarankirin.

AMÛDÊ

Gundên Esediyê, Bobî, Mihemela, Rabîat, Cetel, Til Kêf, Şorik, Xeşafiya, Xirzê, Xanikê, Bîhîra, Cirnikê, Elgaziya, Xirbe Şîhîr, Til Werd, Til Emîr û bajarokê Zirganê bi zêdetirî 80 obusan û çekên doçka hatin topbarankirin. Di encamê de şervanekî me şehîd bû, 2 şervanên me jî birîndar bûn.

QAMIŞLO

Gundên Neyîf, Til Cîhan, Digirê, Miherikan, Mele Ebas, Mahşûq, Mizgeft, Hatimiyê, Herem Reş, Zorava bi zêdetirî 30 obusan hatin topbarankirin.

HERÊMA FIRATÊ

KOBANÊ

Gundên Zormexar, Til Ehmed Mûnîr, Til Ehmed, Zorava, Ziyaret, Kirbenat, Til Cîşan, Til Ebrê û bajaroka Şiyox Foqanî (Jorîn) bi zêdetirî 50 obus, hewan û guleyên tankan hatin topbarankirin.

GIRÊ SPÎ

Gundên Meilek, Dibis, Seyda, Îbrahîm Kirdo bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

MINBIC

Gundên Boxaz, Koryehûk û Toxar bi 12 obusan hatin topbarankirin."