​​​​​​​Jinên Ciwan ên Helebê salvegera 45’an a damezirandina PKK’ê pîroz kir

Bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana gerîlayên Zap, Avaşîn û Metîna û di salvegera damezirandina PKK’ê de werin cenga azadiyê”, Yekitiya Jinên Ciwan bi şahiyekê israra xwe ya domandina berxwedanê teqez kir.

​​​​​​​Jinên Ciwan ên Helebê salvegera 45’an a damezirandina PKK’ê pîroz kir
​​​​​​​Jinên Ciwan ên Helebê salvegera 45’an a damezirandina PKK’ê pîroz kir
​​​​​​​Jinên Ciwan ên Helebê salvegera 45’an a damezirandina PKK’ê pîroz kir
​​​​​​​Jinên Ciwan ên Helebê salvegera 45’an a damezirandina PKK’ê pîroz kir
​​​​​​​Jinên Ciwan ên Helebê salvegera 45’an a damezirandina PKK’ê pîroz kir
​​​​​​​Jinên Ciwan ên Helebê salvegera 45’an a damezirandina PKK’ê pîroz kir
24 mijdar, 2022   17:39
HELEB

Bi boneya salvegera 45’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Yekitiya Jinên Ciwan li qada Şehîdan a rojavayê Şêxmeqsûd a Helebê şahiyek li dar xist.

Di serî de endama rêveber a yekitiyê Ronahî Cûdî salvegera damezirandina PKK’ê li rêber Abdullah Ocalan, gerîla û berxwedana li girtîgehan pîroz kir.

Ronahî destnîşan kir ku berxwedana gerîla ya li serê çiyayan dê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bike û got: “Em şopdarên fikrê rêber Ocalan in û bi ruhê berxwedanê em dê serkeftinê misoger bikin.”

Piştre stranên şoreşgerî û folklorî ji aliyê koma stranan a Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ve hatin gotin, helbestên li ser berxwedana gerîla ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan hatin xwendin û li dawiyê stranên şoreşgerî ji aliyê hunermend Ehmedê Xanê ve hatin pêşandan û govend hat gerandin.

(mh)

ANHA