QSDʹê nasnameyên 4 şehîdan eşkere kirin

Nasnameyên 4 şervanên QSDʹê yên ku di êrişên hewayî yên dewletaTirk a dagirker de li navçeya Til Temirê şehîd bûbûn, hatin eşkerekirin.

QSDʹê nasnameyên 4 şehîdan eşkere kirin
24 mijdar, 2022   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Til Temirê 4 şervanên wan şehîd bûne.

Daxuyanî wiha ye:

ʹʹHêzên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di êrişan de ferqê naxwe navbera sivîl û leşkeran de.

Di êrişên balafira bê mirov ên li ser gundewarê bajarokê Til Temirê de şervanên me  Orhan Şêxo (Gelhat Efrîn), Silêman Mihemed Şêx (Dilo Ararat), Îbrahîm Xelîl Nasir (Kemal Pîr), Ebdulhemîd Ehmed Ebdulheyî (Dilşêr Amiriyê) şehîd bûn.

Em sersaxiyê ji malbatên herçar şehîdan û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin, ji bîrndarên xwe re şîfaya lezgîn dixwazin. Em sonda xwe nû dikin ku em ê tolê ji dijmin û dagirkeran re hilînin.

Nasnameyên herçar şehîdan wiha ye:

Nasnav: Kemal Pîr

Nav û paşnav: Îbrahîm Nasir

Navê dayikê: Hesa

Navê bavê: Xelîl

Cih û dîroka jidayikbûnê. Sefih/ 1999ʹan

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir 22ʹyê Mijdara 2022ʹyan

Nasnav: Dilşêr Amiriyê

Nav û paşnav: Ebdulhemîd Ebdulhey

Navê dayikê: Xalidiyê Talib

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Amiriyê 2004

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir 22ʹyê Mijdara 2022ʹyan

Nasnav: Gelhat Efrîn

Nav û paşnav: Orhan Şêxo

Navê dayikê: Zeyneb Hec Muslim

Navê bavê: Mihemed Şêxo

Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn 1993ʹyan

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir 23ʹyê Mijdara 2022ʹyan

Nasnav: Dilo Ararat

Nav û paşnav: Silêman Şêx Ehmed

Navê dayikê: Bedîa

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê 1999ʹan

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir 23ʹê Mijdara 2022ʹyan."

(bb)