​​​​​​​DYA: Divê dewleta Tirk demildest êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne

DYA′yê da zanîn ku ew êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar dike û got ew gefan li jiyana sivîlan û armanca têkbirina DAIŞ′ê dixwin.

​​​​​​​DYA: Divê dewleta Tirk demildest êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne
24 mijdar, 2022   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Amerîka yê payebilidn ê taybet bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger têkildarî êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi tundî dijberî êrişa leşkerî ya ku îstîqrara jiyana civakan û malbatên li Sûriyê tevlihev dike, disekine û divê demildest werin sekinandin."

 Nicholas Grainger wiha domand: "Êrişa di rojên dawî yên li Sûriyê de xeternak in û nayên qebûlkirin, gefan li ewlehiya sivîlan, berpirsên Amerîka û hêzên leşkerî yên Amerîkayê dixwin, her wiha gefan li şerê li dijî DAIŞ′ê dixwin."

 Nicholas Grainger got: "Di êrişa dawî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da, em sersaxiyê dixwazin û bi fikar in. Me gelek caran metirsiyên xwe yên cidî ji dewleta Tirk re der barê bandora êrişê li ser sivîlan û qelsbûna têkbirina DAIŞ′ê de eşkere kirin. Me dewleta Tirk agahdar kir ku mîna van êrişan pêk neyne, her wiha me agahî da şirîkê xwe yê Sûrî jî êrişan pêk neynin."