​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran: Em dê bi çanda berxwedanê tê bikoşin

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku ew piştgiriya QSD’ê dikin û got "Em ê bi pênûs û çanda berxwedanê li dijî zîhniyeta dîktatoriyê ya AKP`ê li ber xwe bidin.”

​​​​​​​Yekitiya Rewşenbîran: Em dê bi çanda berxwedanê tê bikoşin
24 mijdar, 2022   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk a dagirker şemezar kirin.

Yekitiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk çekên kîmyewî di van êrişan de bi kar anîn lê dîsa jî civata navneteweyî bê deng e.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta faşîst a Erdogan şermezar kirin.

Yekitiyê di dawiyê de got: "Em dê bi pênûs û çanda xwe li hember zîhniyeta dîktator a AKP’ê li ber xwe bidin. Em ê piştgiriya QSD`ê bikin da ku ewlehiyê ji gelên herêmê re pêk bîne."

ANHA