Ferhad Şamî: Niyeta Tirkiyê eşkere bû alîkariya malbatên DAIŞ`ê dike ji bo birevin

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker kampa Holê topbaran kir, mudîrê navenda ragihandinê ya QSD`ê metirsiya xwe li hember niyetên Tirkiyê ku dixwaze girtîgehên DAIŞ`ê bike hedef, rave kir.

Ferhad Şamî: Niyeta Tirkiyê eşkere bû alîkariya malbatên DAIŞ`ê dike ji bo birevin
23 mijdar, 2022   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Mudirê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivisî: “Balafirên şer ên Tirkiyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên berpirsên parastina kampa Holê kirin hedef. Di encamê de gelek malbatên DAIŞ`ê ji kampê reviyan. Niha hêzên ewlekariyê ji bo girtina wan malbatan ketine nav tevgerê.”

Şamî wiha domand: “Ev niyeta Tirkiyê eşkere dike ku dixwaze alîkariya wan malbatan bike ji bo birevin. Em ji hedefgirtina van girtîgehan bi fikar in.”

ANHA