Mezlûm Ebdî têkildarî êrişan daxuyaniyek da- HATE NÛKIRIN

Fermandarê Giştî yê QSDʹê Mezlûm Ebdî got: "Îro em di qadên dîplomasî û leşkerî de ji her demên din bêtir bi hêztir in. Tirkiyê ji berê lawaztir bûye û dê bi ser nekeve. Beriya her tiştê em bi hêza xwe ya xweser û gelê xwe bawer in û em ê bi serkeftî ji vê pêvajoyê derkevin."

Mezlûm Ebdî têkildarî êrişan daxuyaniyek da- HATE NÛKIRIN
23 mijdar, 2022   18:15
HESEKÊ

Fermandarê Giştî yê QSDʹê Mezlûm Ebdî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê civîneke çapemeniyê li baregeha fermandariya giştî ya QSDʹê ya li bajarê Hesekê li dar xist.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew amade ne bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker bidin û got: "Em hêzên leşkerî em ji van êrişan re amade ne. Hêzên me ev yek di rojên borî de îsbat kir."

Mezlûm Ebdî di desptêkê de bal kişand ser êrişên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Ev bû 4 rojên êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Ev êriş 19ʹê Mijdarê dest pê kir. Li herêmên Şehba, Minbic û Dêrikê asta êrişan bilindtir bû. Ev êriş heta roja îro dewam dike. Dewleta binsaziya herêmê, cihên petrolê, nexweşxane, dibistan û cihê aborî kir hedef. Em van êrişan wekî asteke nû dihesibînin. Ji demeke dirêj ve êrişên hewayî û bejahî li ser herêmê çêdibin, lê di çar rojên dawî de wekî asteke nû û xetere ye ku hîna berdewam dike."

BÎLANÇOYA ÊRIŞAN

Ebdî bal kişand ser bîlançoya êrişan û wiha domand: "Demeke dirêj me xwe ji van êrişan re amade kiriye. 4 endamên me şervanên QSDʹê şehîd bûn. Lê belê sivîl zêde bûne hedef. Li gorî tesbîtên hetane îlankirin 15 şehîd hene. Her wiha di van êrişan de sazî jî bûn hedef. Ev Êriş hîna berdewam in. Bi giştî êrişên berfireh hebû, zêdetirî 4 hezar êriş pêk hatin, ji wan 67 hewayî ne, yên din jî bi obus û bejahî bûn. Diyar e ku êriş wê dewam bikin."

ʹQSDʹÊ AMADE YE BERSIVA ÊRIŞAN BIDE, HELWESTA GELÊ ME CIHÊ SERBILINDAHIYÊ YEʹ

Ebdî diyar kir ku hêzên wan amade ne bersiva êrişan bidin û got: "Hêzên me ji her êrişan re hazir in. Di van rojên borî de hêzên me îsbat kirin ku dikare bi rêbazên cuda xwe biparêzin."

Mezlûm Ebdî bal kişand ser berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û helwesta gel a li hemberî van êrişan û wiha domand: "Rasta şehîd çêbûn, lê helwesta gelê me cihê serbilindahiyê ye. Mirov dikare pîroz bike. Ji roja yekemîn a êrişan ve li her derverê helwesta gelê me hebû û gav paşde neavêt. Armanc ji van êrişan ew e gelê me bitiseîne û wê ber bi koçberiyê ve bibe û herêm ji niştecihên wê were valakirin. Lê gelê me armanca dewleta Tirk vala derxist. Gelê me li cihê xwe ma. Gelê me xwedî li şehîdên xwe derket, bi şêwazekî mezin û berfireh li Dêrikê li şehîdên xwe xwedî derket. Ev xwedîderketin bi serê xwe helwestek bû. Bi vê wesîleyê em di şexsê şehîd dayika Hogir, şehîd Hesen û rojnamevan Îsam de hemû şehîdên xwe yên sivîl bi bîr tînin û soza domandina doza wan didin. Em teqez dikin ku gelê wê bi wî rihê berxwedanê bidomîne."

ʹTEQÎNA LI STENBOLÊ HINCETEK JI BO PÊKANÎNA ÊRIŞAN LI SER HERÊMÊ YEʹ

Mezlûm Ebdî îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk ji destpêkê ve li hincetan digire da ku êriş bike û got: "Destpêkê êrişa  li Stenbolê bû. Me berê gotiye û careke din ji raya giştî re dibêjin ku êrişa li Stenbolê hincetek û planeke  ji bo pêşî li êrişeke bi vî rengî were vekirin. Bi tu şêwazî tu têkiliya me bi êrişa li Stenbolê nîne. Em wê dibêjin ev êrişeke terorîstî ye, cihê şermezarkirinê ye. Tu carî hêzên me sivîlan nakin hedef. Ev êrişa li Stenbolê li aliyê keskên ku dixwazin êriş li ser me werin kirin ve, hatiye pêkirin. Wekî me jî şopand, derket ortê ku hemû kesên ku ev êriş kirine ji derdora DAIŞ, Artêşa, Artêşa Niştimanî û yên din ên ku Efrînê dagirkirine ne. ʹʹ

ʹTU TÊLILIYA BI ÊRIŞA LI SER KARKAMÎŞ TUNE YEʹ

Ebdî li ser êrişa li Karkamîş hatî kirin got: "Tu têkiliyên hêzên me bi van êrişan û êrişên bi vî rengî tune ye. Tu siyaseta me ya hedefkirina xaka Tirkiyê tune ye. Heger niyeteke me wisa hebe em ê bêjin. Dema ku em tiştek wisa bikin em ê eşkere bikin. Lê tu niyeke me ya bi rengî tune ye. Ne ji dûr ve û ne jî nêzî ve têkiliya bi vê êrişê nîne. Ev êriş hinceteke ji bo ku êriş bi vî rengî werin kirin û xurtkirin."

ʹEM JI ALIYÊN KU DIXWAZIN ALOZÎ WERE ÇARESERKIRINʹ

Ebdî diyar kir ku ew ne alîgirên şer in,  lê dixwazin ku alozî bi rêya diyalogan werin çareserkirin û wiha pê de çû: "Êrişên ku li ser herêmên me têne kirin divê werin rawestandin. Divê hemû aliyên têkildarî bi berpirsyariyên xwe  rabin û li hemberî êrişên hovane bisekinin. Ev daxwaza tevahî gelê me ye. Ev şer ne ji berjewendiyên gelê me û hêzên me ye."

Ebdî her wiha bersiva daxuyaniyên dewleta Tirk jî da û got: "Li ser daxuyaniyên dewleta Tirk ku dibêje ev êriş wê veguherin êrişên bejahî, ez dixwazim tiştekî bêjim, ev ne tiştekî nû ye. Ev ne cara yekê ye ku Erdogan tehîdan dike. Beriyê vê bi çend mehan û berê jî gef xwarine ku di dema guncaw de wê êrişeke pêk bîne. Lê em dikarin bêjin ku ev êriş wê ne hêsan be. Hêzên me hene wê bersivê bide, gelê me jî amade ye bersivê bide. Li aliyekî  din rewşa herêmê ne wekî berê ye. Belê Tirkiyê di pêkanîna êrişê li ser herêmê israr dike. Em van gefan cidî digirin. Lê ev nayê wateya ku wê karibe bike an ku wekî berê bi hêsan bike an ku wekî ku berî cîhanê iqna bikira."

ʹEM GELÊ XWE BIPARÊZINʹ

Ebdî diyar kir ku li hemberî êrişên muhtemel dê bi erka xwe rabin û gel biparêzin û got: "Heger şer dest pê bike wê li cihekî nemîne, wê li hemû cihî belav bibe. Wê berxwedaneke mezin were kirin. Wê dewleta Tirk wekî ku plan kiriye nikaribe xaka me dagir bike."

Ebdî bi domdarî got: "Em bi dostên xwe re yên ku me bi hev re şerê DAIŞʹê kir, dewam bikin. Hewlanên me hene ku pêşî li vê êrişê bigirin. Erka van hêzan e jî ku rê li ber van êrişeke dagirkirinê yên dewleta Tirk  bigirin. Em tim bi gelê re vekirî bin. Çiqas pêşketin hebin em ê bi gelê xwe re parve bikin. Em ê bi gelê xwe û hêzên xwe re bi vê pêvaoyê bidin û bistînin û em ê dawî bi serkeftî jê derketin. Ya ku em ji gelê xwe dixwazin ew  e ku berxwedanê bidomînin û bi hêzên xwe re bin. Em dizanin ku em di pêvajoyeke zehmet de ne, berxwedana li hemberî balafiran ne tişekî hêsan e

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê bi vî rihê berxwedanê bidomîne. Heta ku ev pêvajo bi serkeftî biqede."

ʹEM JI BERÊ BÊTIR BI HÊZ INʹ

Di dawiyê de Mezlûm Ebdî got: "Ji aliyê xwe ve em ê berxwedana leşkerî bidomînin. Em ê têkoşînê mezin bikin. Ji her êrişeke muhtemel re em amade ne. Li aliyekî din em hewldanên dîplomasî, siyasî û leşkerî de bi dostên xwe re dewam bikin. Em berxwedana xwe dewam bikin da ku rê li ber van êrişan bigirin. Em di wê baweriyê de ne ku dewleta Tirk dê vê carê negihêje armancên xwe û dê bi ser nakeve. Em di qadên siyasî û dîplomasî de ji berê xurtir in, Tirkiyê ji berê bêtir lawaz e û wê bi ser nekeve. Beriya her tiştî em bi rihê berxwedana gelê xwe û bi hêza xweser a gelê xwe bawer in. Em di wê baweriyê de ne ku hêza me û hêza gelê me wê bi hev re bibe yek û bi serkeftî ji vê pêvajoyê derkevin."

ANHA