Birîndarên Şer ên Şehbayê êriş şermezar kirin

Federasyona Birîndarên Şer a Şehbayê xwepêşandanek ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li kampa Berxwedana a Fafînê li dar xist.

Birîndarên Şer ên Şehbayê êriş şermezar kirin
Birîndarên Şer ên Şehbayê êriş şermezar kirin
Birîndarên Şer ên Şehbayê êriş şermezar kirin
Birîndarên Şer ên Şehbayê êriş şermezar kirin
Birîndarên Şer ên Şehbayê êriş şermezar kirin
Birîndarên Şer ên Şehbayê êriş şermezar kirin
23 mijdar, 2022   16:00
ŞEHBA

Federasyona Birîndarên Şer a Şehbayê xwepêşandanek ji bo şermezarkirina êrişan li dar xist. Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Kantona Şehbayê û bi dehan endamên sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê beşdar bûn.

Xwepêşandan ji aliyê Federasyona Gaziyên Şer ve li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê hat lidarxistin.

Xwepêşandan ji çatrêya Fafîn-kampa Berxwedan ber bi kampê ve bi rê ket. Di xwepêşandanê de pankartên "Dewleta Tirk terorê pêk tîne û destekê didiyê", "Dewleta Tirk xaka me dagir dike, zarok û mezinên me qetil dike û Rûsya bê deng e" hildan.

Li qada kampê endamê Federasyona Birînarên Şer Cegerxwîn Efrîn axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirina gelê herêmê hemû çekên qedexekirî bi kar tine,  li hember vê yekê jî Neteweyên Yekbûyî, Rûsya û civata navneteweyî bê deng in.”

Cegerxwîn wiha domand: “Em şer naxwazin, lê eger pêwîst be em ê canê xwe bikin qurban û li ber xwe bidin. Em Kurd tu carî serî natewînin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”

Piştre, endama rêveber a Kongra Star Hêvî Silêman destnîşan kir ku Sûriyê bi giştî û herêmên Rojava bi taybet bûne qada ceribandina çekan li dijî gelê herêmê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve.

Xwepêşandan bi siloganên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirkerû sûcên wê bi dawî bû.

(mh)

ANHA