​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda êriş hatin şermezarkirin

MSD′ê ya Helebê, saziya aborî ya civakî ya Şêxmeqsûd, Konferderasyona Birîndarên Şer a Tebqayê, saziyên olî ya Tebqayê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda êriş hatin şermezarkirin
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda êriş hatin şermezarkirin
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda êriş hatin şermezarkirin
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda êriş hatin şermezarkirin
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda êriş hatin şermezarkirin
23 mijdar, 2022   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji rêzebertekên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)-Nivîsgeha Helebê, saziya aborî ya civakî ya taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê, Konfedresyona Birîndarên Şer a Tebqayê, saziya olî ya Tebqayê daxuyaniyên cuda dan.

MECLISA SÛRIYA DEMOKRATÎK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Yx2xWLnDFtg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Daxuyaniya MSD′ê-Nivîsgeha Helebê ji hêla endama meclisê Fatme Hesîno ve li pêş navendê meclisê ya rojhilat a Şêxmeqsûdê ya Helebê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Şerê qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê pêk tîne, bi armanca çeteyên DAIŞ′ê û komên tundraw li herêmê belav bibin, herêmê dagir bikin, krîza li hundirê dewleta Tirk derbasî herêmê bikin."

Meclisê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: "Mafên me yên parastinê heye."

SAZIYA ABORÎ YA CIVAKÎ

Têkildarî mijarê, saziya aborî ya civakî ya taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da, endama saziyê Zehîde Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyêde sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û binpêkirina peymanên navneteweyî hate şermezarkirin. Ev yek nîşaneya eşkere y tevkriya civaka navneteweyî bi dewleta Tirk a dagirker re ye û nikara sozên xwe yên parastina şêniyên herêmê pêk bîne.

KONFEDERASYONA BIRÎNDARÊN ŞER A TEBQAYÊ

Endamên Konfederasyona Birîndarên Şer a Tebqayê di daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û beprisiyariya êrişan hilda ser Amerîka, Rûsya, NY′yê, Komkara Erebî û hikumeta Şamê û got ew heta pêkanîna serkeftinê li ser şopa şehîdan in.

SAZIYA OLÎ YA TEBQAYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qkfo-GKY6sk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Saziya olî ya Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Cigîrê hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Îsa El Şewax daxuyanî xwend û bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê şermezar kir.

Di dawiya daxuyaniyê de saziyê bang li Yekitiya Oldarên Mislimîn kir ku bi erkên xwe yên olî li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker bibin yek.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/N1JjJbCBxys" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>