Şêniyên Kobanê şervanekî QSD′ê oxir kir

Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo oxirkirina şervanekî QSD’ê ku di encama êrişeke hewayî ya dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû berê xwe da Gotistana Şehîd Dicle û nasnameyên 3 şehîdên gerîla eşkere kirin.

Şêniyên Kobanê şervanekî QSD′ê oxir kir
23 mijdar, 2022   15:19
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Mihemed Ebdo (Birûsk Kobanê) li Goristana Şehîd Dicle oxir kir.

Birûsk Kobanê duh di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî baregeheke hevbeş a Yekîneyên Antî Teror(YAT) a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî li bakurê Hesekê de, şehîd bûbû.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û gundên derdora wê beşdar bûn.

Di merasîmê de hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo axivî û got beşdariya bi sedan şêniyan di merasîma oxirkirina şehîdên azadiyê de nîşaneya ku gel peyamekê didin dijmin.

Piştre, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce got: “Bilindkirina asta têkoşînê erkeke mezin li ser milên me ye, nexasim li hember êrişên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk. Em bawer in ku em dikarin serkeftinê bi dest bixin, îro bi hezaran ji vî gelî li hember dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn.”

Her wiha, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 3 gerîlayên ku li çiyayên Kurdistanê di cih û demên cuda de şehîd bûbûn, eşkere kirin. Navên şehîdan wiha ne: Midêrka Besrawî (Avaşîn Zagros), Gardînya Şêxo (Destan Rustem Cûdî) û Ciwan Elî (Kendal Botan).

(mh)

ANHA