​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker navenda Kobanê û 7 gundên wê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de navenda Kobanê û gelekên gundên wê yên rojhilat û rojava topbaran dike.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker navenda Kobanê û 7 gundên wê topbaran dike
23 mijdar, 2022   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, moşekek li kolana 48 a li naverasta Kobanê ket, di heman demê de 7 gundên rojhilat û rojavayê Kobanê tên topbarankirin.

Gundên tên topbarankirin; Siftek, Aşmê, Çariqlê, Til Şeîr, Ziyare, Zor Mexar ên rojavayê bajêr û gundê Qeremox ê rojhilatê bajêr.

ANHA