Ji konê sersaxiyê yê Lîloz û Sufyan: Bi biratiya gelan em ê dagirkeriyê têk bibin

Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîd Lîloz Ozkan û Sufyan El Ehmed destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk wê îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û îsrara wî ya berxwedanê naşikîne û ew ê li gor fikrê biratiya gelan têkoşînê bilind bikin.

Ji konê sersaxiyê yê Lîloz û Sufyan: Bi biratiya gelan em ê dagirkeriyê têk bibin
23 mijdar, 2022   14:50
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişlo û endamên saziyên sivîl, olî û yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê beşdarî merasîma sersaxiyê ya herdu şehîdan Lîloz Ozkan a ku di 19’ê Îlona borî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Sufyan Ehmed ê ku di 20’ê vê mehê de li navçeya Dirbêsiyê şehîd bûbû, bûn.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ve li nêzî goristana şehîdan a li rojhilatê bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehdan a Qamişlo Cuma Xilo hemû şehîd û fedakariya wan bi bîr anî û got: “Di vê qonaxê de nexasim ji ber êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk ji me tê xwestin ku em têkoşîna xwe bilind bikin û berdêlên herî buha ji bo berxwedanê bidin.”

Piştre endamê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Mihemed Zêdan got: “QSD’ê amade ye vê xakê û pêkhateyên wê yên Kurd, Ereb û Suryan biparêze û em ê heta têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker şopdarên rêya şehîdan bin.”

Her wiha endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişlo Sêfedîn Hisên wiha axivî: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li pişta QSD’ê û gerîla be. Em soz didin şehîdan ku têkoşîna xwe li ser şopa biratiya gelan bilind bikin.”

Xwişka şehîd Lîloz Ozkan, Neda Ozkan soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê da.

Piştre, endama Kongra Star a Qamişlo Hindirîn Xelîl got: “Kombûna pêkhateyên Kurd û Ereb di bin vî konî de destnîşan dike ku projeya biratiya gelan û neteweya demokratîk bi ser ketiye, her wiha helwesta gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ya domandina berxwedanê û şopandina rêya şehîdan nîşan dide.”

Di dawiya merasîmê de daxuyaniyek bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji aliyê endamê meclisê Ebdulezîz Osman û Şêrîn El Ehmed ve hat xwendin, tê de êrişên dagirkeriya Tirk û bêdengiya navneteweyî hatin şermezarkirin, domandina têkoşîn û berxwedanê hat destnîşankirin.

(mh)

ANHA