Dagirkeriya Tirk topan bi ser 3 gundên Amûdê de dibarîne

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Xerzê, Til Kêf û Tokê bi çekên giran topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk topan bi ser 3 gundên Amûdê de dibarîne
23 mijdar, 2022   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundên Xerzê, Til Kêf û Tokê yên navçeya Amûdê bi çekên giran û hawanan topbaran dike.

Agahiyên têkildarî zirarên di encama topbaranê de pêk hatine, nehatin bidestxistin.

(cx)

ANHA