​​​​​​​Li Kobanê û Helebê çalakiyên 25ʹê Mijdarê

Bi boneya 25ʹê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, li herêma Firatê û Helebê çalakî hatin lidarxistin.

​​​​​​​Li Kobanê û Helebê çalakiyên 25ʹê Mijdarê
​​​​​​​Li Kobanê û Helebê çalakiyên 25ʹê Mijdarê
​​​​​​​Li Kobanê û Helebê çalakiyên 25ʹê Mijdarê
​​​​​​​Li Kobanê û Helebê çalakiyên 25ʹê Mijdarê
​​​​​​​Li Kobanê û Helebê çalakiyên 25ʹê Mijdarê
​​​​​​​Li Kobanê û Helebê çalakiyên 25ʹê Mijdarê
​​​​​​​Li Kobanê û Helebê çalakiyên 25ʹê Mijdarê
23 mijdar, 2022   13:18
KOBANÊ

Bi dirûşma "Li dijî hemû cureyên tundiya dewletan û zîhniyeta mêran, Jin Jiyan Azadî" Koordînasyona Kongra Star li avahiya Meclisa Lihevhatinê ya herêma Firatê semînerek ji bo mêran organîze kir.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê Şêro û endamê Meclisa Giştî ya PYDʹê Salih Nûh semîner bi rê ve bir.

Di semînerê de îşaret bi rola jinan a di avakirina civakeke azad û demokratîk de û erka ku dikeve ser milê civakê de da ku dawî li zilma li ser jinan were, hate kirin.

Hate diyarkirin ku azadiya civakê ji azadiya jinan e û divê her kes zîhniyeta baviksalar bişikîne da ku civaka exlaqî were avakirin ku bi pêşengiya jinan civak xwe bi rê ve bibe û îşaret bi felsefeya rêber Abdullah Ocalan a azadkirina jinan hate kirin.

HELEB

Li Helebê jî endamên Kongra Star pankartên "Jin Jiyan Azadî" û "Na ji tundiya li ser jinan re" li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daliqandin. Her wiha têkildarî tundiya li ser jinan belavok li şêniyan belav kirin.

(bb)

ANHA