4 gundên Zirganê rastî êrişên dijwar tên

Gundên Dada Ebdal, Bobî, Um Heremlê yên bakurê navçeya Zirganê û gundê Îbrahîmiyê yê bakur rojhilatê navçeyê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên hedefgirtin.

4 gundên Zirganê rastî êrişên dijwar tên
23 mijdar, 2022   12:00
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihandin ku her sê gundên Dada Ebdal, Bobî û Um Heremlê yên bakurê navçeya Zirganê tên topbarankirin.

Hat ragihandin ku gundê Îbrahîmiyê yê bakur rojhilatê navçeyê jî bi balafirên bêmirov ên biçek tê bombebarankirin.

(cx)

ANHA