​​​​​​​Desteya Perwerdeyê êrişên li ser dibistanan şermezar kirin

Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser dibistanan û navendên perwerdeyê şermezar kirin.

​​​​​​​Desteya Perwerdeyê êrişên li ser dibistanan şermezar kirin
​​​​​​​Desteya Perwerdeyê êrişên li ser dibistanan şermezar kirin
23 mijdar, 2022   10:30
KOBANÊ

Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê têkildarî mijarê daxuyaniyek da ku li Dibistana Şehîd Hogir a Kobanê ji aliyê endamê desteyê Sûad Xelîl û hevserokê Rêveberiya Dibistanan a kantonê Kamîran Îbî ve hate xwendin.

Desteya Perwerdeyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, dewleta Tirk a dagirker destwerdana kar û barên Sûriyê kir û desteka lojîstîk û leşkerî ji komên terorîst re pêşkêş kir. Hikumeta Îxwanan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû rêbaz bi kar anîn. Ev ji bo wê ne xerîb e. Dîroka wê tijî van kiryarên terorîst in.”

Desteyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji gelek salan ve, gef li herêmê dixwe ku axa Sûriyê dagir bike û bi rêya komên tundraw demografiya wê biguherîne. Ji ber wê, gelek herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Bab û Ezazê dagir kirin.

Desteyê hevkariya hêzên navneteweyî bi hovîtiya dewleta Tirk re şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide aramiya li herêmê têk bibe, herêmê vala bike û û DAIŞ`ê vejîne.

Desteyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneû  dibistan jî topbaran dike û herî dawî dibistana gundê Goran ê Kobanê topbaran kir.

Desteyê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Divê hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî şêniyên herêmê rawestînin.”

(şx)

ANHA