​​​​​​​Dewleta Tirk li baregeheke hevbeş a QSD û Rûsayê da: Şervanekî QSD şehîd bû, 3 birîndar bûn

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker baregeha hevbeş a QSD û hêzên Rûsyayê ya li Til Temirê kir hedef. Di encamê de şervanekî QSDʹê şehîd bû û 3 birîndar bûn.

​​​​​​​Dewleta Tirk li baregeheke hevbeş a QSD û Rûsayê da: Şervanekî QSD şehîd bû, 3 birîndar bûn
23 mijdar, 2022   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirka  dagirker baregeha hevbeş a QSD û hêzên Rûsyayê ya li navçeya Til Temirê bombebaran kirin. Di encamê de şervanekî QSDʹê şehîd bû û yek birîndar bû.

Dema ku şervanan berî dan cihê bombebaranê da ku da ku birîndaran rakin, careke din êriş hat kirin û di encamê de du kesên din birîndar bûn.

Ev nuqte cihê parastina bargeha hêzên Rûsyayê ye.

(bb)

ANHA