​​​​​​​PJAK'ê banga greva giştî kir

PJAK'ê bal kişand ser êrişên dewleta Îranê yên li dijî serhildana gel û diyar kir ku “Ji bo piştgiriya gelê Kurd û parastina destketiyên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ roja pêncşemê dest bi grevê bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.”

​​​​​​​PJAK'ê banga greva giştî kir
23 mijdar, 2022   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser dijwarbûna êrişên dewleta Îranê yên li ser serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê peyamek da.

PJAK’ê anî ziman ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ karî bibe raperîna herî mezin a Kurdistan û Îranê, hemû gelên Îranê li xwe kom kirine.

PJAK'ê destnîşan kir ku dewleta Îranê ji bo tolê ji gelê Kurd ku pêşengtiya raperînê dike hilde, rojên bihurî ji bo serkutkirinê dest bi êrişên tund û qetilkirinê kiriye û got: "Dewleta Îranê êrişên hovane kirin û di nava hefteya borî de zêdetirî 50 ciwan şehîd kirin, dest bi pîlanên komkujiyên nû dike. Ji bo gelê Kurd van pîlanan têk bibe, pêwîstî bi piştevaniyeke xurtir a gelan, rêxistin, sendîka û partiyên seranserî Îranê heye. "

'ROJA PÊNCŞEMÊ GREVA GIŞTÎ BIKIN'

PJAK'Ê êrişên hêzên dewleta Îranê şermezar kir û wiha domand: "Em bang li gelan, sazî, dezgeh, sendîka, tevger, partî û her cûre tevgerên navxwe û derveyî Îranê dikin ku bi armanca piştgirkirina gelê Kurd parastina destketiyên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ roja Pêncşemê dest bi grevê bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin. "

'PIŞTEVANÎ SERHILDANÊ XURTTIR DIKE'

PJAK'ê got, "Ti şik û guman di wê yekê de nîne ku eger hemû sazî, dezgeh, saziyên civaka sivîl, hêzên azadîxwaz û demokrasiyê yên navxwe û derveyî Îranê rabin, wê bibe sedem ku serhildan xurtir bibe, hem wext bibe astengiyek mezin pêşiya kuştin" û wiha dewam kir, "Divê pîr û ciwan heta karker, mamoste, rewşenbîr û hemû beşên civakê bi piştevaniya jinan û tevgerên azadîxwaz biherikin kolanan û piştevaniya Şoreşa Kurdistanê bikin. Greva giştî ya hemû beş û pêkhateyên cuda, palpiştî û yekrêziya seranserî, bi şêwazeke berbiçav wê serhildana gelan xurtir bike. "

PJAK'ê destnîşan kir ku piştevaniyeke xurt a hemû civakê dikare zincîra sîstema sîtemkariyê bişikîne û rêya azadiya gelan veke û got: "Banga me ji bo hemû aliyên muxalefetê yên Kurdan û Îranê ye ku bi erkê xwe yê mirovî, exlaqî û siyasî rabin, li gel komên nerazî helwesta xwe nîşan bidin û li ber hêzên rejîmê rabin, bibin stûnek ku serhildan pişta xwe lê bigire."