Cihekî din ê petrolê hat bombebarankirin

Dagirkeriya Tirk cihekî din ê petrolê yê li rojhilatê navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

Cihekî din ê petrolê hat bombebarankirin
22 mijdar, 2022   14:23
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ji navçeyê ragihand ku balafirên bêmirov ên biçek ên dagirkeriya Tirk cihekî petrolê yê li rojhilatê navçeya Tirbespiyê û li nêzî rêya diçe gundê Mizgeftê, bombebaran kiriye.

Beriya niha bi çend deqeyan cihên din ên petrolê yên girêdayî zeviyê El Ude yê petorlê yê li navçeya Tirbespiyê jî hatibûn hedefgirtin.

Heta niha agahiyên li ser encama bombebaranê nehatine bidestxistin.

(cx)

ANHA