Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jin û mêran tundiya li ser jinan şermezar kir

Bi sedan mêr û jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tundiya li ser jinan daketin xwepêşandanê û destnîşan kirin ku ew dê têkoşînê li hember hemû cureyên tundiyê û êrişên li ser jinan, mezin bikin.

22 mijdar, 2022   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna 25`ê Mijdarê re, Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Jinan a Sûriyê gelek çalakî li dar xistin.

HESEKÊ

Bi dehan mêr û endamên sazî û meclisan li Kampa Serêkaniyê bi dirûşma “Na ji tundiya li ser jinan re” meşiyan.

Kongra Star meş li dar xist ku ji pêşiya Meclisa Serêkaniyê dest pê kir. Di meşê de beşdaran pankartên “Dê tola jinên ku me ji dest dane hilînin”, “Em di şoreşa jinan de azadiyê misoger dikin”, “Li ser mîrasa xwişkên Mîrabel em dê têkoşînê mezin bikin û jiyana azad misoger bikin” hildan.

Meş li sûka nû rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de bi navê Kongra Star dauxyaniyek hat dayîn ku hevserokê meclisa kampa Serêkaniyê Elî El Tawîl xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên desthilatdar jinan ji rawestiya wê dûr dixin û tundiya herî hov li dijî wê pêk anî da ku îdeolojiya wan berdewam bike.

Her wiha hat diyarkirin ku bi azadkirina jinan civak azad dibe ji ber wê hêzên kapîtalîst bi hemû rêbazan şerê jinan dikin.

El ERÎŞE

Bi dehan mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan.

Meş ji pêşiya avahiya şaredariyê dest pê kir û li qada meclisa navçeyê rawestiya. Mêran pankartên azadiya jinan destnîşan dikin û bûyerên kuştin û tundiya li ser jinan şermezar dikin, rakirin.

Di çalakiya li qada Meclisa Sivîl a El Erîşe de, rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Şedadê Fadil El Hisên axivî û got: “Ji bo piştgiriya jinan em derketin. Li dijî jinan di dîrokê de zulm û çewisandin pêk hat.”

El Hisên wiha domand: “Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê re, pêşengî kir û gelek destkeftî bi dest xist.”

KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi dirûşma "Şehîdên me sonda me ya tolhildanê ne" meşek li dar xist.

Meşa ku bi sedan jin tevlê bûn, ji ber navenda meclisa Qenaya dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker û sîxurên wê hatin hildan û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

Li ber Stasyona Îsamîl Ebdo ya başûrê navçeyê deqeyek rêz hat girtin, piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Rûzîf Beşrî axivî û got "Jin li hemberî zihniyeta baviksalarî li ber xwe dide da ku mafên xwe vegerînin."

Endama Kongra Star a herêma Firatê Sûad Eldumer jî got, 25ʹê Mijdarê rojeke bêhempa ye, jinan li hemberî hemû pergalên serdest hebûna xwe îsbat kirin û sekinin.

Di dawiyê de endamên yekitiyê şanoyek li ser rewşa jinan pêşanda.

HELEB

Bi dirûşma "Li dijî hemû cûreyên tundiya dewletan û zihniyeta baviksalarî..Jin, Jiyan, Azadî" Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê meşek li dar xist.

Di meşa ku bi sedan kes tê de beşdar bûn wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên "Dem dema şoreşê ye", "Tolhildan" û "Bi rihê Jîna Emînî em ê jiyanê biafirînin" hatin hildan.

Meş ji pêşiya geraca Efrîn a kevn a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqûsdê ber bi çexerêya Zeytûn a taxa Eşrefiyê ve dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Li çerxerêya Zeytûn endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Cûdî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Berxwedana jinan a li hemberî êrişan û serekftinên ku bi dest xisitine berhemên fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e."

MINBIC

Bi boneya 25ʹê Mijdarê; Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Meclisa Jinên Sûriyê li Minbicê bi dirûşma "Li dijî her cure tundiya dewletê û zihniyeta mêr, Jin, Jiyan, Azadî" rûniştineke diyalogê lidarxist.

Di rûniştina ku li pirtûkxaneya Mihemed Xizêl hat lidarxistin de, nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên jinan ên Minbicê beşdar bûn.

Di çalakiyê de yek ji rêveberên Meclisa Jinên Sûriyê Xedîce Şewax têkildarî 25ʹê Mijdarê de wiha axivî: "Roja 25'ê Mijdarê, roja têkoşîna li dijî tundiyê ye. Ev encama berxwedana jinên cîhanê ye. Di vê rojê de bal tê kişandin ser hemû cureyên tundiya li ser jinên tevahî cîhanê û rêbazên rûbirûbûn û jinavbirina wê."

Di rûniştina diyalogê Xedîce bal kişand ser şêweyên tundiya li ser jinan, ji wan jî tundiya derûnî, devkî, fîzîkî, aborî, siyasî, zayendî û civakî.

Xedîce her wiha tekez kir ku ji bo jiyaneke azad û wekhev, têkoşîna li hember zihniyeta desthilatdar pêwîst e.

Xedîce wiha lê zêde kir: "Divê em modernîteya demokratîk wek çareseriyeke alternatîfê modernîteya kapîtalîst bibînin."

Rûniştina diyalogê bi nîqaşkirina rêbazên derbaskirina diyardeya zewacê di temenê biçûk de, perwerdekirina jinan, lidarxistina semînerên taybet bi jinan da ku xwe bi ramanê bi çek bike û civakê bi rê ve bibin, bi dawî bû.

ANHA