QSD`ê îdiayên Tirkiyê derewandin

Hêzên Sûriya Demokratîk îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyê yên şehîdxistina 184 şervanên QSD`ê di êrişên dawîn de, derewandin.

QSD`ê îdiayên Tirkiyê derewandin
22 mijdar, 2022   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û got:

"Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker di encama êrişên hewayî de heta niha 184 şervanên me şehîd ketine. Ev agahî ne rast in. Di encama ev êrişên dawî de heta niha şervanekî me, 2 endamên ewlehiyê û 11 sivîl şehîd ketine."

(cx)