​​​​​​​Li Dihokê ji ber teqîna tankek gazê 4 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê tankek gazê teqiya, di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 33 kes jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Dihokê ji ber teqîna tankek gazê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
22 mijdar, 2022   07:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li taxa Girê Basê ya bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê tankek gazê ya li ser avahiyek xwendevanan teqiya. Li gorî agahiyan di encama teqîna tankê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 33 jî birîndar bûn.

17ʹê Mijdarê li taxa Kazyoyê ya Silêmaniyê tankeke gazê teqiya. Di teqînê de 3 avahî xirab bûn û 15 kesan jiyana xwe ji dest da.