SOHR: Balafirên Rûsyayê derdora Bab El Hewa bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê derdora deriyê sînor ê Bab El Hewa û nexweşxaneya li herêmê yên li ser sînorê Lîwa Îskenderûnê bombebaran kirin.

SOHR: Balafirên Rûsyayê derdora Bab El Hewa bombebaran kir
21 mijdar, 2022   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê 6 caran derdora deriyê sînor û nexweşxaneya Bab El Hewa yên nêzî bajarokê Sermenda yê li ser sînorê Lîwa Îskenderûnê bombebaran kirin.

Nayê zanîn ka kuştî an birîndar hene yan na.

Beriya vê bombebaranê jî, balafirên şer ên Rûsyayê devera Kebana ya Cebel El Ekrad li bakurê Laziqiyê kirin hedef. Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê herêmên Filêfil, Barê, Fitêra û Herş Beyinîn û devera San ên Idlibê bi çekên giran topbaran kirin.