Gundên Minbicê carek din tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundewarên rojhilat û bakurê Minbicê topbaran dike. Li herêmê tevgera keşfên biçek jî heye.

Gundên Minbicê carek din tên topbarankirin
21 mijdar, 2022   11:02
MINBIC

Nûçegihanê me ji Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji gundê Toxar ê rojhilatê Minbicê heta gundê Ewn Dadat ê li bakurê bajêr, gundewarên bakur û rojhilatê bajêr daye ber topan.

Li asîmanê herêmê ji şevê din de tevgera balafirên bêmirov ên biçek heye.

Artêşa Tirk a dagirker şevê din gundên Mehsenlî û Ceradê yên li rojava û gundên Hoşeriyê û Cat ên li bakurê rojhilatê Minbicê bi 16 topan topbaran kiribûn.

(cx)

ANHA