Rojnewsê sersaxî ji ajansa me re xwest

Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê sersaxî ji malbata nûçegihanê me Îsam Ebdullah û ji ajansa me re xwest û ji rojnamevan Mihemed El Ceradê re şîfaya acil xwest.

Rojnewsê sersaxî ji ajansa me re xwest
21 mijdar, 2022   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê ji ber şehadeta nûçegihanê me Îsam Ebdullah ku şeva 19`ê Mijdarê dema êrişên dagirkeriyê yên li ser Dêrikê dişopandin şehîd bibû, peyama sersaxiyê weşand.

Rojnewsê di peyama xwe de got: "Em êrişa dewleta Tirk ya ku bûye sedema şehîdbûna Îsam Hesen Ebdullah û welatiyên din yên li Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Sersaxî ji malbata nûçegihanê Ajanasa Nûçeyan ya Hawar (ANHA) şehîd Îsam û hempîşeyên me yên li Rojavayê Kurdistanê re dixwazin û şîfayê ji hempîşeyê xwe Mihemed El Ceradê re dixwazin ku di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de birînda bûye.

Şehîdbûna Îsam Ebdullah vê rastiyê derxist holê ku dewleta dagirker di warê rojnamevaniyê de, siyaseta kujer ya xwe nîşanî raya giştî ya cîhan û herêmê da. Hat dîtin ku dewletek dijî azadî û rojnamevaniyê ye. Şehîdxistina Îsam Ebdullah û hemû rojnamevanên din yên Rojavayê Kurdistanê û her parçeyên Kurdistanê di heman çarçoveyê de ye.

Ji bo me bêdengiya li hemberî şehîdxistina Îsam Ebdullah û birîndarkirina Mihemed El Ceradê, rêxistinên ragihandinê yên cîhanê, bi taybet jî yên Herêma Kurdistanê, cihê gumanê ye. Ev sazî her tim ji bo parastina mafê rojnamevanan bang dikin û xwe weke hevsozên rojnamevanan dibînin. Lê di rastiyê de bêdengiya wan ya li ser êrişa her du rojnamevanan, cihê gumanê ye.

Em carek din bi navê Rojnewsê, êrişa bûyî sedema şehadeta Îsam Ebdullah û welatiyên din, bi tundî şermezar dikin. Sersaxî ji malbatên şehîdan û şîfayê ji hemû birîndaran re dixwazin."

(cx)