Artêşa Tirk Zirgan û Til Temirê daye ber topan

Artêşa Tirk a dagirker navenda navçeya Zirganê û gundekî wê, 4 gundên Til Temirê dane ber topan.

Artêşa Tirk Zirgan û Til Temirê daye ber topan
21 mijdar, 2022   10:42
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker navenda navçeya Zirganê û gundê Rebîat ê dikeve rojavayê wê bi obus û hawnan topbaran dike.

Di heman demê de gundên Gozeliyê, Tewîla û Til Cuma yên Asuriyan ên dikevin rojavayê navenda navçeya Til Temirê, gundê Til Şenan ê Asuriyan a dikeve bakurê rojavayê navçeyê yê li beramberî rêya M4 ya Til Temir-Qamişlo topbaran dike.

ANHA