Nûçegihanê me û şehîdên din ên komkujiya Dêrikê îro tên oxirkirin-HATE NÛKIRIN

Îro di saetên nîvro de şêniyên herêma Cizîrê 11 şehîdên komkujiya Dêrikê ku yek ji wan nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah e, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir  dikin.

Nûçegihanê me û şehîdên din ên komkujiya Dêrikê îro tên oxirkirin-HATE NÛKIRIN
21 mijdar, 2022   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja Şemiyê piştî nîvê şevê dewleta Tirk a dagirker piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef girtin. Li gorî bîlançoya ku duh berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê parve kiriye, di encama êrişan de 14 welatî şehîd bûn.

Tê payîn ku şêniyên herêma Cizîrê îro saet di 11:30’an de cenazeyên 11 şehîdan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo oxir bikin.

Navên şehîdên ku dê îro werin oxirkirin wiha ne; Îsam Ebdullah, Hisên Elî, Çîçek Harûnî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubêd Xalid, Mehmûd Elî, Fayîz Ebdullah, Nûrî Çiftcî, Hisên Xilto û Mazin Osê. Nasnameya şehîdekî jî nehat zanîn.

(hs)

ANHA