Dewleta Tirk li Şehba, Minbic û Helebê hat şermezarkirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker, li Şehba, Minbic û Helebê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin şermezarkirin.

20 mijdar, 2022   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên herêma Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan.

Şêniyan  ku wêneyên qurbaniyên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker hildan bûn û  pankartên  bi nivîsên "Dewleta Tirk terorê pêk tîne û piştgiriya wê dike", "Bi berxwedana jina azad em ê xeta xiyanetê têk bibin", "Bimre xiyaet û bijî yekitiya Kurdan", "Ji dagirkeriyê re êdî bes e, dema dema parastina şoreşê ye" û "Bi rihê jinên têkoşer û gelê Efrînê em ê Efrînê rizgar bikin" hilda bûn ji  rêya gundên Babins û navçeya Ehdesê hate Qada Ajotinê ya navçeya Fafînê meşiyan.

Li qada Ajotinê jî deqeyeke rêz hate girtin. Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo wiha axivî: “Şanoya ku dewleta Tirk a dagirker berî hefteyekê li taxa Taksîmê ya Stenbolê derxistiye û tawanên li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), baş nîşan didin ku ew di planên xwe de bi bin ketiye.”

Piştre, endama Meclisa Kantona Şehbayê Fatme Cimo diyar kir ku ew li dijî êriş û planên dagirkeriyê bi xeta berxwedanê ve girêdayî ye.

Çalakî bi dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk û silavkirina berxwedana gel bi dawî bû.

MINBIC

Li Minbicê jî bi sedan kesî li Kolana El Wadî kom bûn û hêrsa xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker a dagirker nîşan da.

Şêniyan pankartên "Bi yekitiya gelan em ê li hemberî dagirkeriya Tirk bi ser bikevin", "Erdogan bi fosfor û napalmê sivîlan dişewitîne", "Em bûn yek em bi ser ketin.. em ê li ber xwe bidin em ê destkeftiyên xwe biparêzin" û "Na ji dagirkeriya Tirk re" vekirin.

Di çalakiyê de  hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nezîfa Xilo êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û hedefgirtina rojnamevan şermezar kirin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş anî zimanê ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî îrade ye, ji êrişên dagirkeriya Tirk natirse û dê serî li ber wan netewîne.

Şervan wiha zêde kir: “Peyama me diyar e, em xwediyên xak û mafê ne. Em ê rê nedin dagirkeriya Tirk ku li dijî gelê me komkujiyan pêk bîne û em ê tola şehîdan hildin.”

HELEB

Li Helebê jî şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê heta rizgarkirina deverên dagirkirî têkoşîn û berxwedanê bidomînin.

Xwepêşandan ji pêşiya Jêrzemîna Yasîn a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û li Qada Destîna a li beşê rojhilatê taxê rawestiya. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana QSD, YPG, YPJʹê û gel hatin berzkirin.

Di xwepêşandanê de endama koordînasyona Kongra Star Amne Xidiro destnîşan kir ku ew ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk bêdeng nemînin û got: “Dagirkeriya Tirk ji bêdengiya civata navneteweyî sûdê digire û êrişên xwe yên li dijî herêmên me zêde dike.”

Her wiha, endamê rêveber ê Meclisa Rûbar Qamişlo, Bedran Hemo got: “Careke din dagirkeriya Tirk bi hemû hêza xwe li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê êrişan pêk tîne da ku herêmên mane jî dagir bike û nakokiyan di navbera Kurdan û pêkhateyên din de derxe.”

Bedran Hemo wiha domand: “Em rê nadin dewleta Tirk ku gavên zêdetir biavêje, îradeya me xurt e û bi berxwedana li gor şerê gel ê şoreşgerî em ê planên wê yên dagirkeriyê têk bibin û deverên dagirkirî rizgar bikin.”

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M2H9BzWcjYc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>