Meclisa Herêma Firatê li hember êrişên qirkirinê banga yekitiyê kir

Meclisa Rêveber a Herêma Firatê bombebarana dagirkeriya Tirk li ser bajarê Kobanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Meclisa Herêma Firatê li hember êrişên qirkirinê banga yekitiyê kir
20 mijdar, 2022   11:25
KOBANÊ

Balafirên dagirkeriya Tirk a dagirker ji şevê din de Girê Miştenûr, başûrê gir, Taxa Nû, rêya Cerablusê ya rojavayê bajêr, girê Kaniya Kurdan ê rojhilatê bajêr, her wiha herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin. Di êrişên dagirkeriyê de 7 welatî ku yek ji wan nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah e şehîd bûn û 3 kes birîndar bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn li ber avahiya meclisê ya li bajarê Kobanê daxuyaniya meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê bombebarana li ser herêmê bi karekî nû yê terorê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi vê êrişê armanc dike ku projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser têk bibe û ji aloziyên xwe yên siyasî û aborî bireve nexasim ku hilbijartin nêz bûne.

Meclisê her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku êrişî herêmê bike û ji ber ku li gelek aliyan siyaseta wê bi bin ket, li hicet û bihanayan digere. Hiceta wê ya dawî jî, teqîna li bajarê Stenbolê bû da ku êrişên xwe li ser herêmê rewa bike û tola binkeftina DAIŞ`ê hilîne.

Meclisa anî ziman ku ev êriş û beriya wê kiryarên dijminane yên li dijî Rêveberiya Xweser û hêzên wê, hewldaneke dewleta Tirk a dagirker e ku destkeftiyên gelê herêmê û projeya wî ya demokratîk têk bibe ku bi vîna wî ya azad û xwîna şehîdan pêk hatin.

Meclisê li hember êrişan banga hevgirtinê û yekitiyê li gel kir.

(şx)