Rayedarekî Spanyayê: Em ê dijî êrişên Tirkiyê bikevin tevgerê

Cîgirê Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Spanyayê Antón Gómez Reino êrişên li ser Rojava şermezar kir û bang li Yekitiya Ewropa û Spanyayê kir ku li ber van êrişan rabin.

Rayedarekî Spanyayê: Em ê dijî êrişên Tirkiyê bikevin tevgerê
20 mijdar, 2022   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN 

Cîgirê Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Nûnerên Meclîsa Îspanyayê û Berdevkê Komîsyona Hevbeş a YE û Wekîlê Konseya Ewropayê Antón Gómez Reino, pêla êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava şermezar kir û got ku divê Yekitiya Ewropa û Îspanya jî li dijî van êrişan bisekinin.

Wekîlê Coruñayê Reino got, "Ev êrişa nû ya Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd, bi taybetî li herêma Kobanê û Rojava, bi ti awayî nayê qebûlkirin. "

Reino ev tişt got: “Em wek Kongreya Îspanya û Komîteya Têkiliyên Derve, vê êrişa Tirkiyê di heman demê de bi fikar û hêrs dişopînin. Ev êrişa ku binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, divê ji aliyê civaka navneteweyî bi taybetî Yekitiya Ewropa û Îspanyayê ve bi tundî bê şermezarkirin. Ji bo ev êrişa rejîma Erdogan û dewleta Tirk a li dijî Kurdan, ku di encamê de li dijî mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye, ji aliyê Kongreyê ve bi awayekî eşkere bê şermezarkirin, em ê sibe (duşemê) bikevin nava tevgerê.”