Bi boneya 25′ê Mijdarê çalakiyên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Komîteya Jinan

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya û Komîteya Jinan li Minbic û Dêrazorê gelek çalakî bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li dar xistin.

Bi boneya 25′ê Mijdarê çalakiyên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Komîteya Jinan
Bi boneya 25′ê Mijdarê çalakiyên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Komîteya Jinan
Bi boneya 25′ê Mijdarê çalakiyên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Komîteya Jinan
Bi boneya 25′ê Mijdarê çalakiyên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Komîteya Jinan
Bi boneya 25′ê Mijdarê çalakiyên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Komîteya Jinan
Bi boneya 25′ê Mijdarê çalakiyên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Komîteya Jinan
Bi boneya 25′ê Mijdarê çalakiyên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Komîteya Jinan
Bi boneya 25′ê Mijdarê çalakiyên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Komîteya Jinan
Bi boneya 25′ê Mijdarê çalakiyên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Komîteya Jinan
19 mijdar, 2022   14:52
MINBIC

Di her du çalakiyan de, endamên saziyên jinan, nûnerên ji partiyên siyasî û şêniyên Minbicê amade bûn. Di çalakiyê de bi semînera ji hêla Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriyê Pêşerojê şaxê Idlibê li navenda partiyê ya li rojavayê bajêr dest pê kir. endama Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Idlibê Rama Hisên semîner da û wiha got: "Ji hezaran salan ve li dijî jinan qirkirina komî heye, lê tu kes qetilkirina jina bi qirkirina komî wesif nake."

Rama wiha domand: "Ruxmî wê, li her derê serkeftinên jinan hene û her tim dengê xwe bi rêya çalakiyên xwe bilind dikin. Êdî jin bi rêya xwerêxistinkirinê bûne hêzek. Wê jî metirsî li gel sîstema baviksalarî ya hegemon çêkir."

Rama diyar kir ku jin bi yekitî û hevgirtina xwe dikarin siyasetên çewsîner ên li dijî wan têk bibin.

Rama behsa sedemên tundiyê û bandorên wê li dijî jin û civakê kir.

Semîner bi teqeziya li ser bilindkirina zanabûna di navbera jin û civakê de, yekkirina têkoşîna wan li dijî zihniyeta baviksalarî bi dawî bû.

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zanûbiya bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" şanoyek bi sernavê "Bi hev re li dijî tundiyê" li dar xist.

Her wiha di çalakiyê de pêşangeheke şêwekariyê li navenda çand û hunerê ya Minbicê hate lidarxistin.

Di wê çarçoveyê de, Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê semînerek ji bo danasîna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê li dar xist. Tê de bi dehan jin, şêx û rûspiyên eşîran, endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên saziyên sivîl, meclisên herêmî yên rojhilatê Dêrazorê beşdar bûn.

Di semînerê de Xîtam Hido li ser navê Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê axivî û wiha got: "Tundiya li dijî inan xwedî dîroka dirêj e û hîna bi rêbaz û gelek şêweyên ji ber zihniyta baviksalarî dewam dike."

Li aliyekî din jî rûspiyê eşîra El Bohedîd û berdevkê Meclisa Kombûna Eşîrên Bokemal Selah El Selman axivî û wiha got: "Em hemû dizanin ku jinan di Rêveberiya Xweser de şerê çeteyên DAIŞ′ê kir û cîhan ji gefên wê rizgar kir."

Her wiha serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Yehya El Merî wiha got: "Em li dijî tevahî cure û rêbazên tundiya li dijî jinan û zarokan û tevahî mirovan e. Em li dijî çi tundî, hegemonî û desthilatê ne."

El Merî di dawiyê de got: "Piştî me fikrê rêber Ocalan nas kir û Rêveberiya Xweser hate damezrandin, êdî rola jinan di xwerêvebirin û rêvebirina civakê de bingehîn e."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WuHY1c2_QKw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>