Li Minbicê dewreyeke din a perwerdeya çekê bi dawî bû

HPC′ê dewreyeke din a perwerdeya li ser çekê bi dawî kir, tê de şêniyên bajêr û taxên Minbicê beşdar bûn ku gund û taxên xwe li kêlek hêzên ewlehî û leşkerî biparêzin.

Li Minbicê dewreyeke din a perwerdeya çekê bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a perwerdeya çekê bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a perwerdeya çekê bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a perwerdeya çekê bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a perwerdeya çekê bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a perwerdeya çekê bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a perwerdeya çekê bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a perwerdeya çekê bi dawî bû
19 mijdar, 2022   13:50
MINBIC

Piştî du hefteyan ji vekirina Navenda Hêzên Parastina Civakî (HPC) li Minbicê, navend beşa yekemîn a perwerdeya çekan bi dawî kir. Di perwerdê de şêniyên bajêr ên dilxwaz tevlêbûn, da ku parastina gund û taxên xwe bikin.

Navenda HPC′ê li Minbicê di 5′ê Mijdarê de bi merasîma fermî hate vekirin. Tê de bi dehan şêniyên bajêr, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û nûnerên ji partiyên siyasî amade bûn.

Dewre 7 rojan dewam kir, tê de 34 kes ji gund û taxên Minbicê beşdar bûn.

Di perwerdê de waneyên teorîk û pratîkê li ser çekê û semînerên li ser şerê taybet hatin dayîn.

Li gorî berpirsên navendê, armanc ji van dewreyên perwerdê, şênî bi hemû rêbaz û şêweyan ji bo şer amade bin. Li kêlek wê jî navenda amadekariya vekirina dewreyeke nû di çend rojên bê de dike.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef û êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker hene û Rêveberiya Xweser di 6′ê Tîrmehê de rewşa awarte ragihand. Ji bo vê rewşê şênî amadekariya berxwedan û bersivdana êrişan dikin.

(fr)

ANHA