Şaredariya Gel a Şedadê dest bi projeya kanalîzasyonan kir

Şaredariya Gel a Şedadê li taxên cuda yên aliyê başûrê navçeyê bi dirêjahiya 2 hezar û 700 metre û bi lêçûna 35 hezar dolar dest bi projeya çêkirina kanalîzasyonan kir.

Şaredariya Gel a Şedadê dest bi projeya kanalîzasyonan kir
19 mijdar, 2022   13:27
HESEKÊ

Ji projeyên ku şaredariyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, beşa pîşeyî ya Şaredariya Gel a Şedadê ya Hesekê li taxên başûrê Şedadê dest bi projeya çêkirina kanalîzasyonan kir.

Di projeyê de xetên kanalîzasyonê yên zirar dîtine û rîgarên di kanalîsazyonên sereke de bi dirêjahiya 2 hezar û 700 metre û bi lêçûna 35 hezar dolar hatin guhartin û çêkirin.

Endamê rêveber ê beşa pîşeyî ya Şaredariya Gel a Şedadê Emîn Bîlal wiha got: "Ev proje temamkirina projeyên kanalîzasyonê ye ku berê hatine destpêkkirin û dê di 40 rojî de bi dawî bibe."

Bîlal wiha domand: "Bi nêrîna li rewşa kanalîzasyonan ku ji ber şerên li herêmê zirar dîtine, proje têrê nake, li kêlek wê jî ev xet zêdetirî 40 salan hatine avakirin. Di encamê de hatin telefkirin û xerab bûn."

Şaredariya Gel a Şedadê gelek projeyên kanalîzasyonan li taxên başûr û bakurên bajêr di demeke berê de pêk anîn û bi rêya wê nêzî ji sedî 80 ji torên kanalîzasyonên sereke sererast kirin."

(fr)

ANHA