​​​​​​​NADA: Li dijî tundiyê em ê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşînê geş bikin

Hevbendiya NADA bal kişand ser zêdebûna tundiya li ser jinan û got ev yek nîşan dide ku sîstema kapîtalîst a global û zîhniyeta wê ya desthilatdar a baviksalar çiqasî ji vîna jinan ditirse. NADAʹyê ragihand ku ji bo rizgarkirina jinan ew ê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" têkoşînê mezintir bikin.

​​​​​​​NADA: Li dijî tundiyê em ê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşînê geş bikin
19 mijdar, 2022   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê re, Hevbendiya Nada (Hevgirtina Jinan a Demokratîk a Herêmî) daxuyaniyeke nivîskî da.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ya vê salê nêz dibe, lê hîn jî li hemû deverên cîhanê zêdebûneke berbiçav a tundiya li ser jinan heye. Ev yek jî hemwextî bilindbûna asta têkoşînê ji aliyê jinan ve ya li dijî her cure tundiya li ser jinê û binpêkirinên eşkere yên li ser jinan û berfirehbûna qada wê ya erdnîgarî û bandorên wê yên xurt ên li ser civakan tê kirin. Ev tundî asta tirsa pergala kapîtalîst a global û zihniyeta wê ya desthilatdar a baviksalarî ya ji vîna jinên azad nîşan dide. Ji ber vê yekê hemû rê û rêbazan bi kar tînin da ku îradeya jinan bişkîne, wan bêdeng bikin û wan ji maf û azadiyên wan bêpar bihêlin, dighêje asta ku jinan qetil dikin. Ev jî bi taybet teqez dike ku em di serdemekê de ne ku çanda tundiya li ser jinê digihêje asta diyardeya 'qirkirina jinan' bi hemû wateya xwe.

Îsbata vê yekê jî bûyerên ku vê dawiyê li Îranê qewimî ye ku jina Kurd Jîna Emînî bi bihaneya binpêkirina awayê lixwekirina hîcabê, îşkence lê hat kirin, paşê jî qetilkirin! Lê belê, bersiva herî mezin xwepêşandanên girseyî yên gel bû, ku gihiştiye astekê ew dikare bibe şoreşeke jinan a bi pêşengiya jinan.

Em wek Hevbendiya NADA (Hevgirtina Jinan a Demokratîk a Herêmî) piştgiriya xwe ji bo jinên Îranê û şoreşa wan radigihînin. Her wiha bi boneya nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, em piştgiriya xwe ji bo kampanyaya 'Ez jiyan im' radighînin ku vê dema dawî ji hêla rêxistin û torên jinan ên pêşeng ên li seranserê Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê ve hatî destpêkirin. Bi vê re jî em girêdana xwe ya bi têkoşîna azadiya jinê re û israra xwe ya mezinkirina têkoşîna xwe teqez dikin, heta ku amûra şerê bêserûber raweste, ewlekarî û aramî li herêma me ya kevnar pêk were. Em ê bi dirûşma ku vê dawiyê di şoreşa jinan a Îranê de bal kişandiye û li herêm û cîhanê deng vedaye ku ew jî 'Jin, Jiyan, Azadî' ye, bi têkoşîna xwe ve girêdayî bimînin.”

(hs)