​​​​​​​Aloziya avê ya li Iraqê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da aloziya avê ya li Iraqê û rewşa Lubnan û Yemenê.

​​​​​​​Aloziya avê ya li Iraqê rojeva rojnameyên erebî ye
19 mijdar, 2022   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SIYASET Û AVHEWA BANDORÊ LI SIBEROJA DÎCLE Û FIRATÊ DIKIN’

Rojnameya El Ereb têkildarî aloziya avê ya li Iraqê wiha nivîsî: "Li ser dirêjahiya hawza çemêm Dîcle û Firatê rastî bi zelalî xuya dikin. Ew hawz yek ji cihên kombûyîna avê yên cîhanê ye ku herî zêde bandor lê dibe. Di 40 salên dawîn de ava çeman ji sedî 40 kêm bûye. Welatên li ser qiraxên wan çeman ji wekî Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê jî hewl didin bi awayekî yekalî sûdê ji avê wergirin.

Li gel zêdebûna pileyên germahiyê ya ji ber guhertina avhewayê, tê texmînkirin ku ev kêmbûn zêdetir bibe. Tirkiye û Iraqê ku welatên herî zêde avê xerc dikin, li ser wê yekê li hev dikin ku pêwîstî bi hevkariyê heye da ku çem biparêzin ku nêzî 60 milyon kes ji bo hebûna xwe jê sûdê werdigirin. Lê belê binkeftinên siyasî lihevkirina dabeşkirina çeman asteng dikin.

Li gorî raporan, metirsiyên Iraqê hene ku hilberîna wê ya xurekê ji sedî 20 kêm bibe. Rapor balê dikişînin ser şerê bi Tirkiyê re jî yê ji bo pêkanîna hevsengiyê di navbera pêdiviyên wê yên taybet û pêdiviyên Iraqê de.

Tirkiye hewza çem di çarçoveya projeyeke mezin a ji bo pêşxistina çandiniyê û hilberandina kehrebeyê, bi kar tîne. Her wiha di çarçoveya projeya xwe ya GAP’ê de li ser çemên Dîcle û Firatê herî kêm 19 bendav ava kirine. Tê çaverêkirin ku hejmara bendavan bigihêje 22`yan.

Wezareta Avê ya Iraqê di 2014`an de raporeke veşartî amade kiribû. Di raporê de "rastiyeke tenê" xuya dibe ku di 2 salan de dê jêderên avê yên li Iraqê pêdiviyên wê peyda neke.

Di raporê de hişyarî tê kirin ku ji ber aloziya avê dê bi hatina 2035`an re hilberandina xurekê ji sedî 20 kêm bibe.

Tirkiye wekî ku ew xwediya hawza çem e, nêzî doza avê dibe. Pêdiviyan dinirxîne û rêjeya avê ya ku divê bê berdan, diyar dike. Iraq jî mulkiyeta avê hevbeş dibîne."

‘NAKOKIYÊN ‘TEVGERA NÎŞTIMANÎ YA AZAD’ Û PARTIYA QUWAT KÛR DIBIN’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Têkildarî nêzîkatiyên li hember dosyayên siyasî û di serî de hilbijartinên serokatiyê, nakokiyên di navbera du her hêzên xiristiyan; Tevgera Nîştimanî ya Azad û Partiya Quwat a Lubnanê de zêde dibin. Her yek ji wan nêrîna xwe ji bo serokê siberojê û çawaniya rêvebirina dewletê di serdema nûjen de pêşkêş dike.

Tevî nakokiyên dijwar û şerê ragihandinê yên di navbera wan de, Tevgera Nîştimanî ya Azad hewl dide careke din xwe nêzîk bike û kanalên peywendiyê veke, dibe ku di vejandina ‘Lihevkirina Merabê’ de bi ser bikeve ya ku Mîşel Ewn beriya 6 salan gihand Koşka Badeba. Her wiha dibe ku hewlanên xwenêzîkkirinê rê li ber dubarebûna tecrubeya Cubran Basîl veke. Lê atmosfer nîşan dide ku rêveberên Partiya Quwat a Lubnanê hemû xetên peywendiyê bi vê tîmê re girtin, nemaze piştî tecrubeya giran a ku di serdema Mîşel Ewn de jiya û naxwaze di çi mercî de ev tecrube dubare bibe.

Li gorî gotina ʹDi siyasetê de dijberekî daîmî û dostekî daîmî tune yeʹ çavdêr îmkanên ku her du alî bigihêjin lihevkirinekê, dûr dixin. Heke serokê pêşerojê ji hêla yek ji van aliyan ve neyê pêjirandin, ne gengaz e hilbijartinên serokatiyê pêk werin.

Berjewendiyên Tevgera Azad û Quwat a Lubnanê li ser redkirina hilbijartina serokê tevgera ‘Marada’ parlamenterê berê Silêman Francieh li hev nayên. Endamê Meclisa Siyasî ya Tevgera Nîştimanî ya Azad Welîd El Eşqer ji Şerq El Ewsat re got, hewldanên Tevgera Nîştimanî ya Azad ku xwe nêzî Partiya Quwat a Lubnanê bike, di çarçoveya  dayîna mafên pêşîn ên ji bo hilbijartina serokatî de tên kirin. Welîd El Eşqer dilgiraniya xwe anî ziman ji ber ku Partiya Quwat a Lubnanê bi tengasiya siyasî nêzî Tevgera Nîştimanî ya Azad dibe û ji ber vê yekê qebûl nekirin ku şandeya tevgerê ji bo gotûbêjkirina dosyaya hilbijartina serokatiyê pêşwazî bike."

‘19 MILYON YEMENÎ NIKARIN XWARINÊ PEYDA BIKIN’

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Li gorî Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ji ber guhertinên avhewayê, hejmara welatiyên Yemenê ku nikarin pêdiviyên xwarinê yên rojane peyda bikin, îsal ji 16 milyonan derketiye zêdetirî 19 milyonan.

Li gorî raporê, aloziya avhewayê malbatan neçarî terikandina malên xwe dike. Li gorî daneyan, zêdetirî 3.3 milyon kesên li Yemenê ji malên xwe koç kiriye. Balkêş e ku xelk hem ji ber şer direvin, careke din jî ji ber ku nikarin erdên xwe biçînin direvin.

Li hin herêman, li erdên çandiniyê mayînên neteqiyayî hene. Ev yek xeteriyê li ser xelkê çêdike û nahêle ku li erdên xwe binêrin. Cotkarên ji Zemar û Ebînê got ji ber şer hin mal bûne kavil, baran jî zêde bariyaye û lehî rabûne û mal û erdên wan dane ber xwe.

Di çend mehên dawîn de lehiyan bermahiyên şer û madeyên teqemeniyê bi xwe re birine nav erdên çandiniyê.

Li gel aloziya xurekê ya tund li Yemenê, bi vê yekê re rewş xirabtir dibe. Ji ber kêmbûna avê li seranserî Yemenê ava vexwarinê tenê digihêje 17.8 milyon kesî."