Seyid Ebdulfetah: Bêdengiya li hember sûcên Tirk sûceke dermirovî ye

Mudîrê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê Seyid Ebdulfetah diyar kir ku ji bo naskirina doza Kurdî bi cîhanê û eşkerekirina sûcên li dijî Kurdan cengeke navneteweyî tê meşandin û destnîşan kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî sedema sereke ya domandina sûcên dagirkeriya Tirk e.

Seyid Ebdulfetah: Bêdengiya li hember sûcên Tirk sûceke dermirovî ye
18 mijdar, 2022   05:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar, rojnamevan û mudîrê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê Seyid Ebdulfetah ji ajansa me re behsa sûcên dagirkeriya Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla li çiyayên Kurdistanê kir.

Ebdulfetah wiha got: “Sûcên dagirkeriya Tirk ne tenê li dijî çiyayên Kurdistanê, lê belê li dijî her çar parçeyên Kurdistanê ne, ev jî siyaseta dewleta Tirk a dagirker a ji dehsalan ve ye.”

Ebdulfetaah bal kişand ser berovajîkirina rastiyan ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd dide meşandin û destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk herdu aliyên aborî û dîplomasî bi kar tîne da ku bandorê li hêzên navneteweyî bike.

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ SÛCEKE DERMIROVÎ YE

Seyid Ebdulfetah da zanîn ku bêdengiya li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelan û bikaranîna çekên kîmyewî, dibe sedem ku dagirkeriya Tirk êriş û sûcên xwe bidomîne û got: “Bêdengiya ji hêla hêzên navneteweyî hêmaneke teşwîqer ji dewleta Tirk re ku sûcên xwe dewam bike."

′DIVÊ EM BÊDENGÎ Û SÛCÊN DEWLETA TIRK EŞKERE BIKIN′

Mudîrê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê Seyid Ebdulfetah wiha pê de çû: “Ji bo guhertina wêneya şaş a ku amûrên dagirkeriya Tirk û çapemeniya wê li ser Kurdan û doza wan belav kiriye, cengeke navneteweyî ji hêla piştgirên gelê Kurd û bawermendên mafên rewa tê meşandin.”

Ebdulfetah destnîşan kir ku erka herî girîng ew e ku bêdengiya navneteweyî û sûcên dagirkeriya Tirk werin eşkerekirin û got: “Di navbera navenda me û kesayetên rewşenbîrî de hevdîtin û têkilî hene ji bo eşkerekirina sûcên dagirkeriya Tirk nexasim bikaranîna çekên kîmyewî li ser asta herêmê û cîhanê, hene.”

Seyid Ebdulfetah di dawiya axaftina xwe de got: “Têkiliyeke dîrokî di navbera gelên Ereb û Kurd û civakên ku bi hev re dijîn de heye. Ji lew re divê ew li hember êrişan bibin yek û xwe biparêzin.”

(mh)