Gêlo Îsa: Dewleta Tirk hewl dide Îxwan Mislimîn beşdarî desthilata Sûriyê bike

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî Gêlo Îsa da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Îxwan Mislimîn bi rêya "rejîma Sûriyê" tev li desthilata Sûriyê bike.

Gêlo Îsa: Dewleta Tirk hewl dide Îxwan Mislimîn beşdarî desthilata Sûriyê bike
18 mijdar, 2022   02:35
KOBANÊ

Hîna axaftina li ser lihevkirina muhtemel di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de di nava aliyên siyasî de hene û dê ew bandorê li rewşa Sûriyê û herêmê bi giştî bike.

Têkildarî mijarê, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî Gêlo Îsa ‎wiha got: "Nêzîkatiya di navbera Enqere û Şamê bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser û binketina projeya neteweya demokratîk e ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pişta xwe didin vê projeyê û bi rêya wê xwe bi rê ve dibin."

Îsa hewlên dewleta Tirk a dagirker ên derbaskirina hin çeteyên Îxwan Mislimîn li hundirê rejîma Sûriyê ku di desthilatê de  beşdar bibin eşkere kirin û wiha domand: "Ev yek pêk neyê, ji ber Îxwan Mislimîn rêxistineke terorîst e."

Li ser ajoyên dewleta Tirk a dagirker ên israrkirina têkildarî lihevkirina bi hikumeta Şamê re Îsa wiha pê de çû: "Hilbijartinên dewleta Tirk nêz bûne û berpirsên tirk hewl didin baweriyê û dengan qezenc bikin. Wê yekê bi îdiayên li çareyekê ji bo krîza Sûriyê digerin, dikin. Her wiha hincetên derew diafirînin; ku her tiştê li hundirên Tirkiyê dibe bi sedama Kurdan e. Lê krîza xwe ya aborî û doza gelê Kurd paşguh dikin."

Gêlo Îsa di dawiyê de got: "Ez texmîn dikim ku di dawiyê Erdogan û alîgirên wî tevî plana wan a dagirkirinê hilweşin û dê di hilbijartinên bê de têk biçin û dê rejîma Sûriyê jî di derbekirina Rêveberiya Xweser a xwedî projeya neteweya demokratîk de jî bi bin bikevin."

(fr)

ANHA