​​​​​​​Çalakiyên 25ʹê Mijdarê berdewam dikin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 25ʹê Mijdarê dewam dikin.

​​​​​​​Çalakiyên 25ʹê Mijdarê berdewam dikin
17 mijdar, 2022   12:32
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25ʹê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de ku 13ʹê Mijdarê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat ragihandin, Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi dirûşma "Li dijî tundiya dewletan û mêran, Jin, Jiyan, Azadî" meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir û li sûka navendî ve geriya. Di meşê de pankertên bi nivîsên "Tundiya li dijî jinan sûcek li dijî mirovahiyê ye" û"Li dijî zihniyeta baviksalarî ya paşverû tê bikoşin" hatin vekirin û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.

Meş li ber navenda Kongra Star rawestiya. Li vir endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan Rîm Dada axivî.

Rîm Dada tundiya li ser jinan şermezar kir û banga xurtkirina têkoşînê kir û got: "Jin civakê bi rêve dibe. Divê her kes bizanibe ku jin ji bo avakirina civakeke demokratîk têkoşînê dike."

Rîm Dada her wiha bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan û qetilkirina jinên pêşeng û got: "Berxwedan, têkoşîn û îradeya azad rêya yekane ya tolhilanîna ji sûcdaran e."

ÇILAXA

Li navenda meclisa bajarokê Kêşikê yê Çilaxa jî ji aliyê Kongra Star ve semînerek li ser tundî û cûreyên wê hate dayîn.

Semînera ku bi dehan şênî tê de amade bûn, ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a bajarokê Kêşkê  Ahîn Şiwêş ve hat dayîn. Ahîn Şiwêş diyar kir ku jin bi bêdeniya xwe dibe yek ji aktorên sereke yên tundiyê û got: "Jin dibin qurbana perwerde û zihniyeta baviksalarî."

Ahîn Şiwêş bal kişand ser ramanê rêber Abdullah Ocalan ê der barê rizgarkirina jinan de û got: "Jinên ku xwe bi fikr û felsefeya rêber Ocalan bi çek kirine, karibûn rola xwe di hemû qadên civakê de vegerînin. Rol û têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî cîhanê re mînak in."

Piştre nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî çawaniya pêşxistina civakê û rizgarkirina jinan hatin xwendin.

TIL HEMÎS

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i2Px_jDPm0k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Til Hemîsê jî Kongra Star bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl semînerek li hola saziya perwerdeyê da.

Semîner ji aliyê endama rêveber a Kongra Star a navçeyê Efra Ebas ve hate dayîn. Efra Ebas bal kişand ser rola jinan di avakirina civakeke edalet û azad de û diyar kir ku hemû sûcên ku li dijî jinan têne kirin, siyaetên ku hewl didin îradeya  wan bişkînin, li pey wê ne.

Di dawiyê de nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser rola tevgera rizgariya Kurdistanê di rizgarkirina jinan de hatin xwendin.

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TaN2qsPOgXw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Kongra Star a navçeya Dêrikê civînek bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl ên navçeyê li dar xist. Di civînê de nirxandinên rêber Ocalan ên der barê rola jinan de ji aliyê endama rêveber a navenda Jineolojiya Sewsen Yûsif ve hatin xwendin.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser rola jinan di civakê de û girîngiya hevjiyana azad hat pêşandan.

TIL TEMIR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7vj2YHI0rOc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancê, Kongra Star semînerek ji xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê re organîzekirin.

Endama rêveber a Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Mufîda Şêx Salih semîner bi rêve bir, sedemên tundiyê û cureyên wê destnîşan kirin û got: "Gelek sedemên tundiya li ser jinan hene, wekî sedemên çandî, nezanî û bêrêzî."

Mufîda Şêx Salih bal kişand ser bandorên tundiya civakê ya li ser jinan û wiha domand: "Tundiya civakî bandoreke mezin li malbat û jinan dike. Ev cure tundî malbatê jihev dixe, dibe sedema veqetîna jin û mêr û zarokan ji dibistanê qut dike."

Çalakî bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bûn.

ANHA