Li Minbicê însiyatîfa pêşxistina behreyên zarokên koçber

Komîteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi armanca pêşxistina behreyên zarokan hin pêdiviyên wênexêziyê pêşkêşî zarokên koçber kirin.

Li Minbicê însiyatîfa pêşxistina behreyên zarokên koçber
17 mijdar, 2022   12:30
MINIC-SLEWE EBDUREHMAN

Bi armanca pêşxistina behreyên zarokan û teşwîqkirina wan di kampa Resim El Exder  de (7 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Minbicê) ya taybet bi koçberên ji Sûriyê, Komîteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê beriya çend rojan dest bi însiyatîfekê kiribû.

Di kampê de nêzî hezar û 150 malbatên koçber ên ji bakurê Helebê, Dêr Hafir û Meskinê yên rojhilat hene. Ew koçber ji herêmên serweriya hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker reviyan û li Minbicê bi cih bûn.

Li gorî hevseroka Komîteya Kar û Barên Civakî Esma Remo têkildarî însiyatîfê axivî û got ku pêdiviyên mîna lênûsk, pênûs û alavên wênexêziyê hatin belavkirin. Her wiha dê pêşangehên wêneyan di meha Mijdarê de bên lidarxistin.

Esma wiha got: "Însiyatîf ji bo piştgirîdayîna behreyên li kampê ye, armanca wê pêşxistina behreyan e. Dê encamên wê di vê mehê de di pêşangeha ku bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê li kampê were lidarxistin, eşkere be."

Esma destnîşan kir ku ew ê di demeke nêz de destekê bidin behreyên werzîşê, şano, dîlan û karên destan.

Ruxmî derfetên kêm ên kampê û azarên koçberiyê jî, zarok radestî vê rewşê nebûn û azarên xwe bi rêya behreyên xwe derxistin.

Zaroka bi navê Emanî Mihemed (11) a ji 6 salan ve li kampê ye, di wêneyên wê de azarên koçberiyê, xewnên vegera li warê xwe û kêfxweşiya bi jiyaneke baş dûrî kampan xuya dibe.

Emanî hêvî dike ku di siberojê de bibe wênesaz, da ku azarên dîtine bi rêya wêneyên xwe yên di koçberiyê, kampa, dibistan û xwezayê de vebêje û got: "Ez ji xwişkên xwe fêrî wênexêziyê bûm û dixwazim di pêşerojê de bibim wênesaz."

Madlîn Hesanî (10) jî kêfxweşiya bi pêdiviyên Komîteya Kar û Barên Civakî pêşkêş kirine anî ziman û got: "Ez ji biçûkaniya xwe ji wênexêzkirinê hez dikim. Lê min tu destek wernegirtine. Ez bi van tiştan kêfxweş im."

(fr)

ANHA