Parlamentoya Lubnanê dîsa di hilbijartina serokkomar de bi bin ket

Cara 6'an e ku parlamentoya Lubnanê ji bo lihevkirina li ser serokek nû li şûna Mîşel Ewn bi bin dikeve.

Parlamentoya Lubnanê dîsa di hilbijartina serokkomar de bi bin ket
17 mijdar, 2022   12:45
NAVENDA NÛÇEYANgram

Ajansa Nûçeyan a Lubnanê ragihand ku proseya 6'an a dengdanê, bêyî hilbijartina serokek nû ji bo komarê bi dawî bû. Her wiha da zanîn ku serokê parlamentoyê Nebîh Birî roja pêncşema bê, wek roja rûniştina heftemîn destnîşan kir.

Ev cara 6'an e ku parlamentoya Lubnanê ji bo lihevkirina li ser serokekî ku bikeve şûna Mîşêl Ewn ê ku erka wî di 31'ê Cotmehê de bidawî hatiye, bi bin dikeve. Bi vê yekê jî welatê xwe di rewşeke tevlihev  de hiştiye.

Encama dengdanê îro wiha bû: Mîşal Miewed: 43, Kaxeza Spî: 46, Îsam Xelîfe: 7, Silêman Frenciye: 1, Ziyad Barûd: 3, kaxezên betalkirî 11, navên din: 1.

Di rûniştinê de tu namzetî dengên pêwîst bidest nexist da ku piştî jihevderxistina dengan weke serok bê ragihandin. Hemwextî nebûna lihevhatinekê li ser kesekî ku bikaribe wezîfeya serokkomar hilgire û welat ji valahiya serokatiyê xilas bike, kaxeza spî li ser rewşê serdestiya xwe domand.

Di 6 rûniştinên ku hatin lidarxistin de, êdî tê zanîn ku 3 namzetên diyarkirî hene: Kaxeza Spî, Mîşal Miewed û diruşmên din di nav de ʹLubnana Nûʹ.

(hs)