PYD: Dewleta Tirk bi tawanên xwe zemîna êrişê amade dike

PYDʹê daxuyand ku "Hikumeta şerê taybet a Tirkiyê bi tawanbarkirina hêz û herêmê di teqîna li Stenbolê de, zemîna êrişên nû yên li ser herêmên me û rewakirina rewşeke nû ya dagirkeriyê amade dike.”

PYD: Dewleta Tirk bi tawanên xwe zemîna êrişê amade dike
15 mijdar, 2022   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê bersiv da tawanên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî  hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di teqîna li Stenbolê de.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"Di serî de em êrişa ku li Qada Taksîmê ya bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ya li dijî sivîlan pêk hat, şermezar dikin û em wê wek kiryareke sûc a li dijî mirovên bêguneh dibînin.

Dewleta Tirk ku her roj li herêma me sivîlên bêçek, zarok, jin û temenmezinan li ber çavên cîhanê qetil dike, dixwaze bi zanebûn berpirsyariya vê çalakiya hovane bixe stûyê hêzên me û berê tiliyên sûcdariyê bide herêmên me, da ku bi vî rengî êrişên xwe yên li ser gelên herêmê rewa bike. Her wiha dixwaze zemîna êrişên nû yên li ser herêmên me amade bike. Tişta ku çapemeniya dewleta Tirk belav dike, lîstikeke ku ji aliyê MÎT'ê Tirk ve hatiye çêkirin, armanca wê jî xirabkirina wêneya Hêzên Sûriya Demokratîk e ku bihêztirîn rêxistina terorîst a tundrew li cîhanê têk bir. Armanca vê çalakiya ji aliyê MÎT'ê Tirk ve; bidestxistina raya giştî ya cîhanî ji bo rewakirina rewşeke nû ya dagirkeriyê ye. Hewldanên bi vî rengî ne nû ne, ji ber ku dewleta Tirk li dijî gelan û hêzên demokratîk ên li Tirkiyê, xebatên sûc kiriye.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku nekeve vê xefika qirêj a dewleta Tirk. Ji ber ku hikumeta şerê taybet a ku niha Tirkiye wê bi rê ve dibe da ku bikaribe bikaranîna çekên kîmyewî li dijî şervanên azadiyê û sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd veşêre.

Her wiha em bang li gelê Tirkiyê jî dikin ku ji propagandayên MÎT'ê Tirk hişyar bin û derewên wî bawer nekin. Wek gel divê em li dijî faşîzma hikumeta Bahceli û Erdogan bibin yek, ji ber ku dixwazin em dijminatiya hev bikin. Ji bo van hemûyan jî divê em bi hev re li dijî şerê taybet û psîkolojîk ê dewleta Tirk rawestin.

Careke din em vê kiryara hovane şermezar dikin û ji Xweda dixwazin sebrê bide malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest daye. Em ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin."

(hs)