​​​​​​​`Îradeya me ya berxwedana li hember êrişan xurttir bûye`

Jinên ji gundên li berambrî eniyên şer ên Minbicê destnîşan kir ku ew dev ji xaka xwe bernadin û dê herêmên xwe ji êrişan biparêzin û got ʹʹÎradeya me ya berxwedana li hember êrişan xurttir bûye.ʹʹ

​​​​​​​`Îradeya me ya berxwedana li hember êrişan xurttir bûye`
​​​​​​​`Îradeya me ya berxwedana li hember êrişan xurttir bûye`
​​​​​​​`Îradeya me ya berxwedana li hember êrişan xurttir bûye`
15 mijdar, 2022   06:28
MINBIC – SELWA EBDUREHMAN

Jinên gundewarên Minbicê yên ku rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê topbarankirin, destnîşan kir ku ew ê xaka xwe biparêzin û êrişan têk bibin.

Welatiya bi navê H.C. (38) got: “Ji dema rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê ve di 15’ê Tebaxa 2016’an û dagirkirina hin herêmên bakurê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî me dike da ku îradeya me bişikîne û têk bibe û me ji xaka me koçber bike.”

H.C. anî ziman ku xweparastin armanca sereke ya jinan e û wiha domand: "Erka me ye ku em xwe biparêzin nexasim di rewşa şer de. Perwerdeyên destwerdanên lezgîn û bikaranîna çekan ên ku me girtine, di warê parastina herêmê û têkbirina êrişan de pir girîng bûn.”

Di dawiya axaftina xwe de H.C. got: “Divê her jinek, xwe û malbata xwe ji dagirkeriyê biparêze û hêza xwe îsbat bike û piştgiriyê bide hêzên leşkerî yên li eniyên şer.”

Her wiha, welatiya bi navê R.A. (30) wiha axivî: “Tevî zehmetiyên ku jin ji ber êrişan dikişînin, dîsa jî ew amade ne xaka xwe biparêzin û êrişan têk bibin.”

R.A. wiha lê zêde kir: “Îradeya me ya ji bo têkbirina êrişên li ser herêmê xuttir bûye, nexasim piştî ku me perwerdeyên kolandina tunelan, bikaranîna çekan û destwerdanên lezgîn dîtin.”

Her wiha R.A diyar kir ku tevî êrişên rojane yên li ser herêmê, lê dîsa jî şênî naxwazin ji malên xwe derkevin, ev jî girêdana wan a bi nasname û xaka wan ve nîşan dide.

Welatiya bi navê K.A. (25) jî teqezî bi xweparastinê kir û got: “Divê em hêzê wergirin û xaka xwe biparêzin û nehêlin ku şerê taybet bandor li me bike. Divê em têkoşîna xwe bilind bikin da ku civakeke wekhev û demokratîk ava bikin.”

K.A. wiha li axaftina xwe zêde kir: “Bi berxwedan û têkoşîna xwe em ê rêya şehîdên xwe bidomînin û îsbat bikin ku jin dikare xaka xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî biparêze.”

Di dawiya axaftina xwe de K.A. got: “Divê her jinek kesên derdora xwe hişyar bike û rêgezên xweparastinê bi wan bide naskirin da ku bikarin li hember dijmin bisekinin.”

(mh)

ANHA