Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî îdiayên dewleta Tirk derewand in

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir tu têkiliya hêzên wan bi teqîna li Stenbolê tune ye.

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî îdiayên dewleta Tirk derewand in
14 mijdar, 2022   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twîtterê got: “Em diyar dikin ku tu têkiliya hêzên me bi êrişa li Stenbolê tune û em îdiayên li ser hêzên xwe red dikin.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şifa xwest.