Li Reqayê turnoveya baskêbolê ya dibistanên keçîn dest pê kir

Komîteya Perwerde û Fêrikirinê û Yekitiya Werzîşê ya Reqayê turnoveya baskêtbolê ya keçan li dar xist.

Li Reqayê turnoveya baskêbolê ya dibistanên keçîn dest pê kir
14 mijdar, 2022   16:01
REQA

Turnove li navenda werzîşê ya şehîd Edhem a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê, bi beşdariya 10 dibistanên bajêr tê lidarxistin. 150 şagirtên refa 7 tev li turnoveyê bûne.

Duh turnoveya duyemîn a baskêtbolê li Reqayê hat lidarxistin, ku ya yekemîn jî ji aliyê Yekitiya Werzîşê ve di 2019’an de hat lidarxistin.

Tê payîn ku turnove heta hefteyekê dewam bike û li dawiyê beşdarên serkeftî bên xelatkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dibistanên beşdar ev in: Dibistana şehîd Umer Elûş, dibistana Hisên Cahid, dibistana Meerî, dibistana Bihturî, dibistana Muawiye, dibistana Ebî Temam, dibistana Osman Bin Efan, dibistana Ibn El Bîtar, dibistana Nîsan û dibistana Rabia El Edewiye.

(mh)

ANHA