Bi dirûşma “Jin jiyan azadî” çalakiyên 25`ê Mijdarê

Di nava çalakiyên ku Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevgerên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiriye, çalakiyên cihereng li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistin.

Bi dirûşma “Jin jiyan azadî” çalakiyên 25`ê Mijdarê
Bi dirûşma “Jin jiyan azadî” çalakiyên 25`ê Mijdarê
Bi dirûşma “Jin jiyan azadî” çalakiyên 25`ê Mijdarê
Bi dirûşma “Jin jiyan azadî” çalakiyên 25`ê Mijdarê
Bi dirûşma “Jin jiyan azadî” çalakiyên 25`ê Mijdarê
Bi dirûşma “Jin jiyan azadî” çalakiyên 25`ê Mijdarê
Bi dirûşma “Jin jiyan azadî” çalakiyên 25`ê Mijdarê
Bi dirûşma “Jin jiyan azadî” çalakiyên 25`ê Mijdarê
Bi dirûşma “Jin jiyan azadî” çalakiyên 25`ê Mijdarê
14 mijdar, 2022   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a cîhanê bi dirûşma "Li dijî hemû curyeên tundiya dewlet û zihniyeta baviksalarî” û “Jin Jiyan Azadî" çalakiyên curbecur li Hesekê, Heleb û Tebqayê li dar ketin.

HESEKÊ

Bi dehan endamên rêxistinên jinan li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya taxa El Salhiyê ya Hesekê tev li semînerê bûn ku PYD`ê têkildarî binpêkirinên domdar ên li dijî jinan li dar xistiye.

Rêvebera PYD'ê Yusra Îlyas semîner da û diyar kir ku îdeolojiya baviksalarî ya serdest di nava civakê de li ser neqebûlkirina jinan wek endameke çalak di civakê de ava bûye ji ber wê, kiryarên derexlaqî li dijî jinan mîna kuştin pêk tîne.

Ilyas anî ziman ku berxwedana ku şehîd Zeynab Mihemed û hevalên wê nîşan daye, serkeftinên mezin bi dest xistin ku nûnertiya vîna jinên azad dikin.

Yusra Ilyas di dawiya semînerê de behsa tundiya li dijî jinan, bandorên wê li ser jinan ên derûnî, reftarî û rêbazên tundiyê kir.

HELEB

Bi heman dirûşmê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê û bi armanca şermezarkirina hemû cureyên tundiyê yên li ser jinan li seranserî cîhanê tên kirin, xwepêşandanek li dar xist.

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û saziyên sivîl tev li xwepêşandanê bûn û pankartên; “Şoreşa Rojava şoreşa ku jinan bi têkoşîna xwe reng dayê”, “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa hemû sûriyan e”, “Berxwedan misogariya şoreşa jinan e” û “Jin jiyan e jiyanê nekujin hildan.”

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşeroj Henaa Kerdoş axivî û behsa encamên aloziya Sûriyê li ser jinan kir.

Henaa Kerdoş diyar kir ku jin li pêşiya tevahî cîhanê hate qetilkirin û sûîqastkirin û hemû rêxistinên hiqûqî ku îdiaya mafên jinan dikin, bê deng man.

Henaa Kerdoş sûcên dewleta Tirk li dijî jinên têkoşer weke Hevrîn Xelef, fermandar Jiyan, Zeyneb, Jîna, Sosin û Raniye bi bîr xistin û bêdengiya rêxistinên navnetewyî şermezar kir.

Henaa bal kişand ser serhildana jinan li hember siyasetên faşist û got jinan serî hilda û li tevahî eniyan şer kir û hemû rêbazên desthildar red kir. Her wiha xwe di nava projeya neteweya demokratîk de bi rêxistin kir û karî tevahî astengî û zehmetiyan derbas bike.

TEBQA

Li Tebqayê jî, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê bi koorîneya Yekitiya Jinên Ciwan, nivîşgeh û komîteyên jinan û Partiya Sûriya Pêşerojê, pankertên ku tundiya li dijî jinan şermezar dikin û şoreşa li dijî zulmê teşwîq dikin, li kolanên bajêr, çerxerêya şehîd Hebûn EReb, taxa duyem û çerxerêya têketina bajêr li aliyê rojava daliqandin.

 (dm)

ANHA